Sê gelên xwecihî yên li Brezîlyayê li ber tinebûnê ne

Li Brezîlyayê, ji ber ku bi rengekî bêsînor zerar li qadên xwezayî yên jiyanê tê kirin, jiyana mirovên xwecihî ku piraniya wan ji cih û warên xwe bûne, di rewşeke xetere de ye.

Têkildarî xwecihiyên Brezîlyayê, ku piraniya wan li daristanên Amazonê dijîn û hejmara wan daketiye heta 900 hezar kesî, saziya bi navê Sûrvîvalê lêkolînek kir. Li gorî rapora dawî ya vê saziyê, qada jiyanê ya Ûrû Eû Waû Waû ku 3 kabîleyên xwecihî lê dijîn, kêm ma ye tine bibe.

Ev herêm li eyaleta Rondonîa ya li bakurrojhilatê welêt e. Di rapora Sûrvîvalê de hat ragihandin, qada jiyana xwezayî ya xwecihiyan, bi dehan salan e tê dagirkirin û hat ragihandin, 3 gelên xwecihî yên li herêmê tevî ku di nava rewşa parastinê de ne, qadên wan ên jiyanê ji holê tên rakirin. Di raporê de hat bibîrxistin, ku qada jiyanê ya Ûrû Eû Waû Waû di nava parka xwezayî ya navneteweyî Pacaas Novas de ye, lê ev yek jî nikare pêşî li vê xeteriyê bigire.

Li Brezîlyayê ku nifûsa wê 204 mîlyon e, tê texmînkirin ku nifûsa xwecihiyên li daristanên Amazonê dijîn bi qasî 900 hezar e. Tê gotin, beşeke girîng a qadên jiyanê yên gelên xwecihî di salên 1970'yî de hatine tinekirin û ji sedî 50 heta 90'î yê xwecihiyên ji neçarî têkilî bi cîhana derve re danîne, ji ber nexweşiyên ji derve hatine jiyana xwe ji dest dane.

Li qadeke ji sedî 12 ê axa Brezîlyayê, hê jî 305 kabîleyên xwecihî dijîn. Tevî ku sînorên vê herêmê nehatihe diyarkirin jî, pêşî li kolonîkirinê nehatiye girtin.