Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê hate avakirin

Malbatên şehîdan li Şehîdgeha Ş.Berxwedan û Ş.Dilgeş civînek li dar xistin û biryar hat dayîn ku malbatên şehîdan wê xwe bi wekî sazî û rêxistin bikin.

Di civînê de ku li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş hate darxistin, malbatên ku zarokên wan di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dabûn û fermandariya YBŞ/YJŞ, HPG/YJA- Starê amade bûn.

Di civinê de gelek nirxandin hatin kirin. Bi taybet jî piştî êrîşa 3'ê Tebaxê ku çeteyên hov ên DAIŞ'ê ku bi armanca tinekirina ol û civaka Êzidî dan destpê kirin û bû sedem ku bi hezara mirov jiyana xwe ji dest bidin. Di berxwedana li diji çeteyan bi sedan ciwan Êzidî û parçeyên din ên Kurdistanê li Şengalê jiyana xwe ji dest dan.

Beşdarvanên civînê diyar kirin ku di berxwedanî û helwesta li hemberî dijmin de rolê herî mezin dikeve ser milê malbatên şehîdan. Ji ber ku bedelên herî mezin wan daye û helwest wan wê diyarker be. Her wiha malbatan diyar kirin ji ber ku heta niha Saziya Malbatên Şehîdan ne hatiye avakirin û rêxistinkirin jî rexnedayîna xwe dan.

Di dawîya civine de komîteyekî ji 7 kesan ku di rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ku hatiye avakirin, hatin hilbijartin.

Civîn bi diruşmên "Şehîd rûmeta me ne" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.