Şaredariya Sûrê ciwan li dibistana havînê gihandin hev

Şaredariya Sûrê ji bo hemû zarokên ji temenê cuda yên li navçeya Sûrê dijîn ji bo ku sûdê ji bêhnvedana xwe ya havînê bibînin û dema xwe bi çalakiyên hêja derbas bikin, li Kompleksa Seyrantepe dibistaneke havînî vekir.

Şaredariya Sûrê ji bo hemû zarokên ji temenê cuda yên li navçeya Sûrê dijîn ji bo ku sûdê ji bêhnvedana xwe ya havînê bibînin û dema xwe bi çalakiyên hêja derbas bikin, li Kompleksa Seyrantepe dibistaneke havînî vekir. 

Di merasîmên destpêkirina van çalakiyan de hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barût, Heserokên beşê sporê yê şaredariya Sûrê, endamên meclîsa şaredariyê,  serokê federasyona kulubên amator  (A.S.K.F ) Remzî Dayan, serokê komeleya amatorên Tirkiyeyê yê şaxê Amedê A.Samet Karakaş,  temsîlkarê bajar ê Futbolê Îhsan jî tevlî van merasîman bûn. 

 Li dibistana Havînê wê çalakiyên lîstikên Futbol û Voleybolê bi van zarok û ciwanên navçeyê re were pêk anîn.  Di vê dibistanê de wê 46 lîstikvanên futbolê û 38 jinên lîstikvanên voleybolê cih bigirin. 

Li vê dibistana havînê di beşê futbolê de 5 antrenor û di beşê voleybolê de jî 2 mamosteyên antrenor di nava van xebatan cih digirin. 

Hevşaredar Seyîd Narîn ji bo ciwanên ku tevlî van çalakiyan bûne axaftinek kir. Narîn di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya sporê û ji ciwanana re hêviya serkeftinê kir. 

Narin di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Di demên pêş de em ê hin beşên din ên sporê li vê dibistana xwe ya havînî zêde bikin û em ê vê yekê bikin wekî kevneşopiyekê. Ez spasiyên xwe yên taybet ji bo keda mamosteyên me yên hêja jî pêşkêş dikim ji ber ku ew xwedî li pêşeroja me derdikevin, xwedî li zarokên me derdikevin û ji bo adaptekirina zarokan a sporê dest bi vê xebata hêja kirine."

Narîn di axaftina xwe de behsa girîngiya sporê kir û wiha got: "Spor ne tenê lîstik e. Spor ji bo amadekirina nifşekî hêja, bi nirx û xwedî exlaqeke baş pêşkêşî civakê dike." 

Her wiha hevşaredar Fatma Şik Barût jî axaftinek kir û wiha got : "Spor dostanî û hevaltiye. Lewre jî ji ber ku me dikaribû vê firsendê pêşkêş bikin û hem zarokên me yên kur hem yên keç cihê xwe di nava van çalakiyan bigirin me kêfxweş û dilşad dike. Ev yek berpirsiyariyeke me ye li hemberî zarokên me ji ber ku ew pêşeroja me ne. 

Em jî wekî we dixwazin ku zarokên me , ciwanên me yên keç û kur cihê xwe di nava çalakiyên wiha de bigirin û bi rêya van çalakiyan ne tenê lîstik lê hevaltî û dostaniyê jî bi xwe re bihêztir dike."
 
Şik di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê hewl bidin ku zemîna ji bo xebatên wiha berfirehtir bikin û bi taybetî jî zemînekê ji bo tevlîbûna zarokên me yên keç ya berfirehtir amade bikin."

Di dawiya axaftinan de hevşaredaran spasiyên xwe ji bo hemû mamoste û kesên ku keda wan di avakirina vê dibistana havînî de derbasbûye pêşkêş kirin û serketin ji zarokên lîstikvan re xwestin. 

...