Salvegera damezirandina PKK’ê li Dresden û Kasselê hat pîrozkirin

38. salvegera damezirandina PKK’ê li bajarên Dresden û Kasselê yê Elmanyayê bi pîrozbahiyên cûda ve hat pîrozkirin.

Salvegera damezirandina PKK’ê li bajarokê Calden yê bajarê Kasselê bi tevlêbûna sedan kesî ve hate pîrozkirin. Şeva pîrozbahiyê bi rêzgirtinê ve hat destpêkirin û bi stranên Koma Şehîd Xebat ve govend hat girtin. Her wiha di şeva pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser Tevgera Azadiya Kurd hat temaşekirin û bi stranên Çetîn Oraner û Hozan Aydin ve pîrozbahî heta seatên dereng berdewam kir. 

Kurdistaniyên li Dresdenê dijîn jî pêşengiya Meclîsa Navenda Cîvaka Demokratîk ya Kurd hatin gel hev û salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de sînevîzyon hat temaşekirin. 

Pîrozbahî bi govend gerandin ve dawî bû.