Salîh Ozdemîr li Dersimê ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Rojnamevan Salîh Ozdemîr (Delîl-Pîro) ê ku 22 salan di girtîgehê de ma û piştre li sirgûnê jiyana xwe domand, li ser wesyeta wî li Dersimê hat veşartin.

Cenazeyê xebatkarê Med Nûçe Salîh Ozdemîr ê 22 sal di girtîgehê de ma û piştre li Ewropayê sirgûn jiyana xwe domand ku di 25'ê Kanûnê de jiyana xwe ji destda, piştî merasîma li Brûkselê ji bo definkirinê ber bi warê wî Dersimê ve hate oxirkirin.

Cenazeyê Ozdemîr anîn Diyarî Tûm ê girêdayî Bûreç ê navçeya Mêzgêr a Dersimê. Piştî cara dawî dîtina Ozdemîr a ji aliyê malbatê ve, wecîbeyên ayînî hate bi cih anîn.

VEGERIYA SER XAKA XWE

Parlementerê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu di merasîmê de axifî û sersaxî ji malbat û ximên Ozdemîr re xwest. Onlu bibîr xist ku Ozdemîr têkoşîna xwe beşek mezin li nava girtîgehê û paşê çapemenî û geleke deverên din berdewam kir, ji ber vê yekê nasnavê "Delîl" û "Pîro" layîqî wî hate dîtin. Onlû diyar kir ku Ozdemîr vegeriya xaka li ser ji dayîk bibû, Mêzgêrê û sebrê ji malbat û hevalên wî re xwest.

Piştî axaftina Onlû cenazeyê Ozdemîr li ser wesyeta wî li girê Diyarî Tûm a navçeya Mêzgêrê hate definkirin. Piştî cenazeyê Ozdemîr hate definkirin malbatê qûnefîl li

ser gorê danîn û ji goristanê vegeriyan.
Ji beriya definkirinê welatiyên çûn ser goristanê ji aliyê drona ku ji Qereqola Gundê Ataçinar hate bilindkirin dîmenên gel tomar kir.