Şahmaran a ku li hemû malên kerpîçî daliqandiye

Hê li dîwarên malên Anatolyayê daliqandiye, çil ling, seriyekê jinê, nîv mirov e Şahmaran. Ew wêne ye ku zarok her tim meraq dikin, lê bi ti awayî fêm nakin bê kî ye.

Li malên Kurdistanê hê jî cihê xwe diparêze, nûnertiya başî û xweşikbûnê. Serê jinê ye, ji ber ku; temsîla bereket, rastî û başiyê ye. Her çiqasî her dem çîrokek cuda jî bê gotin, eşkere ye ku şopên kûr li pey xwe hiştiye Şahmaran.

Şahmaran a ku serî jin, dûvik mar e, esas Lîlît bi xwe ye. Çil lingê wê hene, ev jî ji ber ku di keştiya Nuh de 40 rojan li dijî tofanê li ber xwe daye û herî dawî gihaye Çiyayê Cûdiyê. Ji ber ku di her sê pirtûkan de jî tê gotin ku Nuh ew pêxember e ku nifşê mirovahiyê ji nû ve daye domandin. Li nav Kurdan jî dema mirovek dimire 40 rojan şîn tê danîn. Ango, di heman demê de ew mirov wek rêzdarî domahiya 40 rojan zindî tê girtin.

Şahmaran, bi çîrokên cuda derket pêşberî me, lê cihê wê yê di nav Kurdan de ji Zerdeşt tê.

Li gor çîrokê, “Rojekê, dema Zerdeşt razayiye, marek tê û ji patikê dev lê dike. Zerdeşt şiyar dibe û dibêje, ‘spasiya te dikim, te ez zû şiyar kirim, jixwe diviyabû ez bixebitîma.’ Li ser vê jî mar careke din devê dixe cihê ku dev lê kirî û jehra xwe dikşîne. Gopalê Zerdeşt bi şiklê mar e û dora wê bi rengê rojê û tîrêjîn wê xemilandî bû.”

Niha li dergaha baweriya Êzidiyan Lalêşê jî li ser dîwaran mirov dikare vî rengî bibîne. Şahmaran a ku li gelek malên Kurdan e jî berdewamiyek vê mîtolojiyê ye.

Mîta Şahmaran a ku bûye mijara gelek çîrok û fîlman, di pirtûka Mûrat Mûngan a “Cenk Hîkayelerî” jî cihê xwe girtiye. Orhan Pamûk jî bêyî di pirtûka xwe ya “Kizil Saçli Kadin” behsê bike, nikarîbû derbas bike.

Hosta Elî yê li sûka kevn a Mêrdînê bi sebrekê li camê dineqşîne, êdî nûnerê herî dawî yê vî pîşeyî ye. Ev huner ji hostayê xwe fêr bûye, lê ji ber ti çiraxekî ku fêr bike nabîne, sîtemkar e.

ÇÎROKA ŞAHMARAN

Em li rex rûdinên, dest bi vegotina Şahmaran dike;

“Li vî bajarê ku wext lê rawestiyaye, ciwanekî bedew ê bi navê Camsap, bejin dirêj, mil fireh, kemirî hebû. Bêhemdî ketiye şikefteke ku bi hezaran mar lê dijîn.

Dema bêçare disekinî jî gilopek tîrêjan bi ser wî de hatin. Her ku ev gilop nêzî wî bûn, çavê wî ronîtir bûn, destên xwe dan ber çavên xwe. Dema lê nêrî  û dît dirêj, kurt, kesk, reş û bi hezaran reng û dirêjahiyê maran dor li wî girtiye, şaş ma. Tevahî maran serê xwe rakirine û li wê gilopa tîrêjan dinêrin. Dema Camsap jî dema dîtiye li ew hêla ku mar lê dinêrin dinêre, hê ecepmayî dibe. Li vir Camsap di nav vê tarîtiya şikeftê de rûyê jina herî bedew a ku di jiyana xwe de dîtî, dibîne. Dema hê baldartir lê dinêre, dibîne ku jin ji nava xwe û jêr ve mar e. Jin ber bi wî ve hatiye, li beramberî wî sekiniye, bi rûyekî kend destê xwe dirêjî wî kiriye. Dema roja din şiyar bûye, dîtiye ku li ser sifreyekê li hemberî wî Şahmaran, rûniştine. Şahmaran, daweta taştê li Camsap kiriye. Ê wî jî çavê wî bi Şahmaranê ve maye, nema kare jê veqetîne. Her wiha, Şahmaranê jî li wî dinêre, bi awayekî serxweş.

Şahmaran gotiye, “Binêre Camsap, ez dizanim tevahî dîroka mirovahiyê. Eger bixwazî vebêjim ji bo te” û dest bi gotinê kiriye. Gotiye, gotiye û ha gotiye. Domahiya rojan gotiye. Dema van sohbetan jî yek ji eşqên herî mezin ên dîrokê dest pê kiriye, mabeyna Şahmaran û Camsap.

Dem mîna avê herikiye, êdî gotinek Şahmaran jî nemaye. Camsap jî bêriya dayika xwe û rûyê erdê kiriye. Rojekê nikare bi xwe û vê ji Şahmaran re vedike. Dema Şahmaran ditiye ku hezkiriyê wê jê aciz bûye û êdî dixwaze biçe, destpêkê bi zimanekî teqez red kiriye. Lê roj bihurîne, dema dîtiye ku Camsap bi vê xemginiyê her ku diçe dihele, xwe negirtiye û wisa jê re gotiye;

“Ey Camsap, baş li min guhdar bikî, guhê xwe baş veke. Dizanim, dema bihêlim tu biçî, tê jî îxanetê li min bikî û cihê min ji mirovên din re bêjî. Lê, li van axan eşq bi mirinê ye. Ji ber ewqasî ji te hez dikim, nikarim xwe li xemginiya te bigirim. Ji ber vê dihêlim ku tu biçî. Lê dixwazim sozekê bidî min. Çi dibe bila bibe, bi mirovên din re nekeve avê.”

Camsap, bi kêfxweşî Şahmaran hembêz dike û sond xwarine ku wê ti carî îxanetê li wê neke.
Piştî ku Camsap ji şikeftê derdikeve, li gundekî bi cih dibe û dest bi xiratiyê dike. Carîna bi dizî diçe şikeftê û serdana Şahmaran dike. Lê ev rojên bextewer zêde dûvdirêj najon.

Rojekê ew kralê welatê Camsap bi nexweşiyek bêeman dikeve. Tevahî hekîmên welêt hatine, lê ji vê nexweşiya kral re nebûne care. Wezîrekê xirab ê Kral hebûye. Ev wezîrî her tim ji Kral re gotiye, tekane çareseriya nexweşiya wî li cem Şahmaran e.

Wisa di serê Kral de bi cih kiriye ku eger parçeyekî ji goştê Şahmaran bixwe, wê bibe dermanê nexweşiyê. Kral jî ferman daye ku bi bayê lezê Şahmaran bê dîtin. Tevahî welat ketiye nav tevgerê ku Şahmaran bibîne. Herî dawî, yekî zana xwestiye ku tevahî mirov kom bi kom biçin hemaman û çeman. Gotiye ku eger yekî cihê Şahmaran zanibe hebe, wê karibin bibînin. Wezîr, yek bi yek her kes kirine hemaman. Leşker hatine gundê ku Camsap lê ye û her kes kom kirine, berê wan dane hemamê. Camsap ew soza ku daye Şahmaran tine bîra xwe û naxwaze bikeve hemamê. Lê, leşkeran bi darê zorê ew dehfandine hemamê. Piştî ku dikeve hemamê, Camsap dibîne ku tevahî çav li wî dinêrin. Ferq kir ku tevahî laşê wî mîna maran, bi pûlan hatiye girtin. Leşkeran Camsap girtine û anîne ber destê wezîr. Wezîrê xirab jî ne bi derdê dermankirina kral e. Dixwaze Şahmaran bigre û li ser tevahî sirên cîhanê serwext bibe. Bi rojan êşkenceyê li Camsap dike, herî dawî jî pê dide gotin. Leşker, derhal diçin ew şikefta ku Camsap dibêje û wê ji wir dertînin, datînin Qesrê.
 

Şahmaran û Camsap li cem Kral hevrû bûne. Şahmaran bi xemgînî û şermîn berê xwe daye Camsap;

“Ey hezkiriyê min, xemgîn nebe. Ez dizanim ku te ji bo canê xwe îxanet li min nekir, lê min jî ji te re negotibû ku li ser vê axê eşq bi mirinê ye. Te dît, niha te fêm kir? Dexilê te me, tu yê xemdar nebî!”

Camsap, piştî van gotinên Şahmaran hê zêdetir ketiye nav şermê. Şahmaran gotinên xwe domandiye, “Niha ez ê sirê xwe bidim we. Her kî parçeyekî ji teriya min jêbike û bixwe, ew ê xwe bigihîne tevahî sir û nepeniyên cîhanê. Her kî parçeyekî ji serê min bixwe, ew ê jî wê kêliyê bimre.”

Beriya Şahmaran gotina xwe biqedîne, wezîrê xirab bi şûrê xwe yê mezin laşê wê kir du felqe. Parçeyek ji teriyê jêkiriye. Camsap jî bi wê êş û şermîna ku ketiyê, ji bo li wir demildest bimire, xwe avêtiye ber Şahmaran û parçeyek ji serê Şahmaran gez kiriye. Dema wezîrê xirab ew parçeyê ku ji teriyê jêkiriye xwariye, hema li wir ketiye. Lê, ti tişt bi Camsap nehatiye. Şahmaran bi vê plana ku kirî, hiştiye ku tevahî zanebûna wê derbasî Camsap bibe. Lê, Camsap ji ber vê êşa ku mirina hezkiriya wî didiyê, xwe davêje derve, deşt, zozan, çiya, welat bi welat digere. Ji wê rojê heta niha efsaneya Lokman Hekîm berbelav bûye…”

‘HER TIŞTÊN AÎDÎ MIROV ÊDÎ WINDA DIBIN’

Hoste Alî ragihand ku neqişandina camê sebrê dixwaze, dibêje ku êdî pêvajo wisa bûye ku li dîwaran posterên stranbêjên popê têne daliqandin û wiha dirêjiyê didiyê; “Pêvajoyek qepat bû êdî. Nifşên nû ne van çîrokan dizanin ne jî guhdar dikin. Êdî bi daxwazên taybet em dixebitin. Berê em pê re nedigihiştin û hurmetek hebû li beramberî vî karî. Esas, her tiştên aîdî mirov êdî winda dibin. Ji bo fêrbûnê, destpêkê hezkirin lazim e. Beriya em dest vê hunerê bikin, çîroka wê ji me re dihat gotin. Her kê êvarî di xewna xwe de Şahmaran bidîta, ev hunera neqşandinê fêrî wan dihate kirin...”

Di mîtolojiya Yewnanan de jî cihekî taybet ê mar heye. Koka ew sembola eczaxaneyan ku marekî xwe li findekê alandiye, ji mîtolojiya Yewnanan tê.