Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Rojên Fîlmên Kurd li Frankfûrtê dest pê dikin

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, Rojên Fîlmên Kurd tên lidarxistin.

Rojên Fîlmên Kurd bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara û JXK Frankfûrtê îro destpê dikin û wê di 19'ê Cotmehê de biqede.

Rojên Fîlmên Kurd wê îro bi nîşandana fîlmê Bakur li sînemaya Hochst'ê dest pê bike. Rojên Fîlman wê heta 19'ê Cotmehê dewam bikin. Di 15'ê Cotmehê de wê dokûmantera bi navê "Jiyana min her şer bû" ya li ser jiyana Sakîne Cansiz a 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hat kuştin, saet di 18:30 de bê nîşandan.

Ji Komîteya Amadekar Melîha Danişir Akbaba ji ANF'ê re axivî û diyar kir, tevî hemû zext û zordariyê jî ew bi israr in fîlmên hunermendên Kurd ên hewl didin têkoşîna zimanê dayikê û çandê bigihînin gel, nîşan bidin.

Akbaba da xuyakirin, ku tevî zexta bi salan a li ser çand û zimanê Kurdî, sînemaya Kurd di salên dawî de gelekî bi pêş ketiye û got, "Derhênerên Kurd, tevî zext û astengiyên dewleta Tirk jî, bib iryar in ku çanda Kurd di sînemayê de ragihînin."

Akbaba got, herî zêde jin û zarok mexdûrê şerê li Kurdistanê ne û destnîşan kir, ku divê Kurdên li Ewropayê dijîn çand û hunera Kurd bi cîhanê re bidin naskirin.

Akbaba got, "Girîng e em li her qada lê dijîn bi zimanê Kurdî baxivin. Hebûna gelekî, çanda wî gelî ye. Xwedîderketina li vê çandê erka me ye. Weke Meclîsa Jinê ya Amara û JXK'yî em bang li sînemahezên li Frankfûrtê dijîn dikin ku tevlî Rojên Fîlmên Kurd bibin."

...