Qeyûm peymanên lîstikvanên Şanoya Amedê betal kir

Qeyûmê dewleta Tirk ê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bû, peymanên lîstikvanên Şanoya Bajêr betal kir.

Peymanên lîstikvanên Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku şanoya bi Kurdî dikin, nehat nûkirin.

Peymanên 31 ji lîstikvanên şano hatin betalkirin û ji kar hatin derxistin. Di nava van 31 kesan de hevderhênerên hunerê û lîstikvanên ku 25 sal in şanogeriyê dikin jî hene.

Betalkirina peymanên lîstikvanan, weke ku şaredarî wê nema karê şanoyê bimeşîne, tê dîtin.