Proteînên giran, bêlivî, cixare û alkol rîskê zêde dikin

Di encama lêkolîna zanyarên ji Zanîngeha Harvardê de derket holê, proteînên sivik ên weke findeq, mirîşk û masî, li gorî goştê pez, hêk û şîr rîska mirinê kêm dikin.

Hat tespîtkirin ku bêlivî, vexwarina alkolê û kişandina cixareyê, bandora neyînî ya proteînan zêde dikin.

Lêkolîna li ser mijarê hat kirin, di kovara komeleya bi nave JAMA, ku pisporên nexweşiyên hundirîn ê Amerîkayê endamên wê ne, hat weşandin. Di çarçoveya vê lêkolînê de pirsgirêkên tenduristiyê yên 130 hezar kesî di nava 30 salan de hatin şopandin.

Lêkolîn, hişyariyên otorîteyên tipê yên li ser proteînên giran, piştrast dike. Di lêkolînê de hat tespîtkirin ku bêlivî, kişandina cixareyê û vexwarina alkolê gelekî zerarê dide tenduristiya mirovan. Li gorî vê yekê, xwarina goştê pez, hêk û şîr hîn bêhtir bandoreke neyînî li mirovên alkolê vedixwin dike.

Di lêkolînê de her wiha hat ragihandin, ku hatiye tespîtkirin mirovên xwedî tenduristiyeke baş, bi giranî goştê mirîşkan û masiyan dixwin.

Di lêkolînê de herî dawî, li şûna goştê pez an jî proteînên giran, xwarina nan, miqarne, fasûle, findeq hat pêşniyarkirin.