Pitika destpêkê ya ji sê dê û bav ji dayik bû

Hat ragihandin, pitika destpêkê ya ji DNA sê kesên cuda, ku rê li ber gelek nîqaşan vekiribû, ji dayik bû.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya Amerikan Society for Reproductive Medicine (ASRM), pitika ji DNA sê mirovên cuda pêk tê, di meha Nîsanê de ji dayik bûye.

Ev xebata ji aliyê pisporên klînîka bi navê New Hope Fertility Center a li New Yorkê ve hat meşandin, ji ber ku li DYA qedexe bû, li Meksîkayê hat kirin.

Ev rêbaza ducaniyê, ku yekemcar e li cîhanê tê kirin û rê li ber nîqaşên exlaqî vekir, tê îdîakirin ku ji bo nexweşiyên mayînde yên di koka DNA dayikê de hene bi pitik nekevin, hatiye kirin. Hat ragihandin, ev ceribandina li DYA'yê, ji bo genên nesax ên dayikê ku rê li ber sentroma Leîgh vedike derbasî pitik nebe, hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, pisporan materyalên genetîk ên kromozomên dayika bi sendroma Leîgh, li bizrê zarokan ê dayikeke ji van materyalên genetîk hatiye paqijkirin, bi cih kirin.

Hat ragihandin, ev dayik beriya niha du caran bi heman rêbazê ducanî bûye, lê belê ji ber ku her du zarokên ji dayik bûne bi sendroma Leîgh ketine, di demeke kurt de jiyana xwe ji dest dane.