BI DÎMEN

Pîşeyê li ber tinebûnê: Firaxspî

Firaxspî yek ji wan pîşeyan e ku berê gelekî dihat kirin. Hemû firax sifir bûn, ji ber ku hostayên firaxspî li nava gundan, li nava kolanan, li nava malan digeriyan û firaxên sifir spî dikirin.

Firaxspî yek ji wan pîşeyan e ku berê gelekî dihat kirin. Hemû firax sifir bûn, ji ber ku hostayên firaxspî li nava gundan, li nava kolanan, li nava malan digeriyan û firaxên sifir spî dikirin. Jinên ku dibihîstin firaxspî hatiye gund, kar û barê xwe li şûna xwe hişt, radihiştin firaxên xwe yên sifir û berê xwe didan cihê deng jê dihat.

Pîşeyê firaxspî ku berê gelekî hebû, ji ber teknolojiyê di roja îro de li ber tinebûnê ye. Li şûna firaxê sifir êdî firaxên ji pola, teflon, cam, seramîk li mutbexan e.

Seyîtxan Taşiyan ku 50 sal in karê firaxspî dike, qala roja ewilî ya pîşeyê xwe kir: "Ez 12 salî bûm. Piştî ku bavê min jiyana xwe ji dest da, di warê aborî de pirsgirêkên me rû dan. Piştre dayika min bi destê min girt û ez bir cem hostayekî firaxspî. Bi qasî salekê ez li vê derê bêpere xebitîm. Piştî salekê mehê 25 quriş yewmiye ji min re hat dayîn. Bi qasî 20 salan ez li ber destê hosta mam. Ev pîşe zehmet e, ked û hewes jê re divê. Lewma piştî 20 salan dikarim ji xwe re bêjim bûme hosta."

Taşiyan dibêje, elementa sifir jehrê bi bedena mirovan dixe, lewma divê salê herî kêm carekê firaxên sifir bên spî kirin. Taşiyan vê yekê nîşanî me dide. Di destpêkê de firaxa sifir li ser ocaxê disincirîne û piştre bi pembo û xîza şil wê difirkîne. Piştî ku firax spî dibe, bi çakûşekî ji qurmê darê, cihên xwar bûne sererast dike. Di dawiyê de jî firaxê dide şagirtê xwe. Şagirt jî firaxê bi xweliyê difirkîne û piştre bi avê paqij dike. Bi vî rengî firax spî dibe.

...