Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Pêla Radyoya Çira Şengalê hate guhertin

Radyoya Dengê Çira Şengalê ku bûye deng, êş û awazê gelê Êzîdxanê, êdî li ser pêla xwe ya nû 101.0 weşanê dike.

Civaka Êzidî ya ji fermana 73’an a DAIŞ û hevkarê çeteyan xilas bû, ji bo her kes deng û êşa wan bibihîze, biryara vekirina radyoyê da. Radyo Dengê Çira Şengalê di 7 Mijdara 2015’an hate vekirin. Destpêkê 2 xebatkarên wê hebûn. Lê niha 8 xebatkarên radyoyê hene.

Radyo bi van bernameyan derdikeve hizûra guhdaran: Nûçe, bernameyên çand hunerê, ol û baweriya Êzidiyan, bernameya zarokan, muzîk û hwd e.

Radyoya Dengê Çira Şengalê destpêkê li ser pêla 93.8 weşana xwe dikir. Lê ji ber hin pirsgirêkan neçar ma pêlên weşanê biguherîne. Weşana radyoyê niha li ser pêla 101.0 e dewam dike.

Endama rêveberiya Radyoya Dengê Çira Şengalê Nesrîn Xidir guhertina pêlên weşanê bi vî rengî vegot: "Li bajarê Dohukê yê Başûrê Kurdistanê li ser hemen pêla me ya 93.8 radyoyek nû ya olî hatiye vekirin. Ji ber wê jî weşan li me vedigeriya, cîhazê weşanê germ dibû. Lê em nikaribin bêjin bi zane bûne yan na."

Xidir destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê weşana xwe bidomînin û got: "Tevî hemû astengî, bê derfetî, zextên ser xebatkarên me jî, em ê bibin dengê rast ê Şengalê û em ê bibin êşa Êzîdxanê. Her wextî rastiya Şengalê em ê bînin ziman."

Xidir astengiyên dîtine û derdikevin pêşiya radyo wiha anî ziman: "Radyo cihê weşanê û cihazên weşanê û xewa me hemû di kunternek (karevaneyek) 4 metre de bû. Ji ber cih teng bû cihazên weşanê germ dibin, weşan disekinî. Bi yek jenetorê biçûk em weşanê dikin, ev ji dibe sedem ku em weşana xwe heya şevê nekaribin bidimonînin. Her wiha teknîka me nebû, lê carek din me weşan çêdikir, hîna jî teknîka me qels e."

Endama rêveberiya Radyoya Dengê Çira Şengalê Nesrîn Xidir di dawiya axaftina xwe de hedef û planên radyoyê wiha vegot: "Bernameya jinê, rêwiyên Şengalê (potreya şehîdan), bernameyek li ser şervanên Êzîdxan werin weşandin."

Radyo Dengê Çira Şengalê her roj serê sibehê saet di navbera  07:00-20:00 de weşanê dike.

...