NY: Li Yemenê metirsiyeke giran a xelayê heye

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, li Yemenê ku ev 2 sal in şerê navxweyî lê diqewime, drama însanî mezin dibe û metirsiyeke giran a xelayê heye.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY û Serokê Daîreya Koordînasyona Alîkariya Însanî (OCHA) Stephen O'Brîen da xuyakirin, şerê li Yemenê rê li ber pirsgirêkeke giran a xelayê vekiriye.

O'Brîen diyar kir, li Yemen a ku nifûsa xwe 26 mîlyon e, pêwîstiya 14 mîlyon kesî bi alîkariya xwarin û xurekê heye û anî ziman, eger bi rengekî lezgîn alîkarî neyê kirin, dibe ku di mehên pêş de metirsiyeke giran a birçîbûn û xelayê rû bide. O'Brîen destnîşan kir, 2 mîlyon kesên li vî welatî pêwîstiya wan bi alîkariyeke lezgîn heye û ragihand, bi taybetî hejmara zarokên nikarin bên xwedîkirin gelekî zêde bûye.

Stephen O'Brîen da zanîn, li gorî lêkolîna dawiya sala 2016'an, hejmara zarokên nikarin bi têrkerî bên xwedîkirin gihîştiye 2,2 mîlyonî û bibîr xist, ku ev yek li gorî sala 2015'an tê wateya zêdebûna ji sedî 53. O'Brîen diyar kir, serê her 10 deqeyan zarokekî kêm 10 salî jiyana xwe ji dest dide û got, pêşî li vê mirinê dikare bê girtin.

Stephen O'Brîen hişyarî da, ku îsal li Yemenê dibe ku drameke mezin a însanî rû bide.

Li Yemenê, di navbera hêzên ser bi Serokdewlet Hadî Mansûr ku pişta xwe dispêrin Erebîstana Siûîd û welatên Kendavê û Hûsiyên piştgiriyê ji Îranê digirin ji destpêka sala 2015'an û vir ve şer diqewime. Heta niha bi qasî 10 hezar sivîlî di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane.

Tê gotin, ji ber şer depoyên genim kêm maye vala bibin.