Noel li dijî jiyana ferdparêzî, civakîbûnê diparêze

Noel ku di nava civaka Xiristiyan de cihekî xwe yê girîng heye, li dijî jiyana ferdparêziyê ku di nava civaka rojavayî de roj bi roj mezin dibe, nirxekî girîng ê çandî ye.

Noel li welatên Xiristiyan, her sal di 25'ê Kanûnê de weke rojbûna Îsa tê pîrozkirin. Nole ji sedsala 20'an û pê ve ne tenê di nava civaka Xiristiyan de, her wiha ji aliyê gelek civakan ve hate pîrozkirin. Bi jenderasyona nû re Noel ji cejneke olî jî wêdetir weke nirxeke çandî tê pîrozkirin.

Pîrozbahiyên Noelê li gelek welatên Ewropayê, ji destpêka meha Kanûnê û ê ve dest pê dikin. Pîrozbahiyên bingehîn bi 24'ê Kanûnê re dest pê dikin û heta şeva 26'ê Kanûnê dewam dikin.

Di vê demê de li pişt her paceyê wêne yan jî şekir tê veşartin û her roj yek jê tê vekirin. Her wiha li gelek welatan findên advent ên pêxisitn û rojbûna Îsa tê pêşwazîkirin.

Beriya Noelê partiyên Noelê tên dayîn. Darên Noelê xweş tên xemilandin, kolan, navendên bazarê û hewşa malan bi ronahî û xemlên sala nû tên xemilandin. Di Noelê de mirov ji hev re diyariyan dikirin û malên hev ziyaret dikin. Bi taybetî beriya destpêkirina Noelê hatina 'Bavê Noel' bi rengekî sembolîk tê kirin û zarok jî li benda diyariyên ku Bavê Noel ji wan re bîne disekinin.

Noel bi jenerasyona nû re, ji cejneke olî wêdetir weke kevneşopiyke çandî didome. Bi taybetî li dijî jiyana ferdparêzî ya li nava civaka rojavayî, ku roj bi roj mezin dibe, weke cejneke girîng dikare bê pênasekirin. Serdanên heval û malbatan ên di dema Noelê de tên kirin, têkiliyên civakî xurtir dikin. Di heman demê de tevkariyê li jiyana bi hev re ya çandên cuda dikin.

Bazarên Noelê ku ji bo pîrozbahiyên Noelê gelekî girîng in, li welatên Xiristiyan xwedî girîngiyeke mezin in. Mirov li van bazaran bi rojan ji xwe re tiştan dikirin, di heman demê de bi hev re rojên xwe derbas dikin.

Piştî êrîşa çend roj berê ya DAIŞ'ê ya li paytexta Elmanya Berlînê, li van bazarên Noelê tedbîrên ewlekariyê hatibûn zêdekirin û dihat gotin ku vê êrîşê tirs xistiye dilê mirovan. Lê dema mirov li bazarên Noelê û pîrozbahiyên piştî vê êrîşê dinêrin, tê dîtin, ku ev êrîş negihîştiye armanca xwe.