MŞD: Çarşema Sor li serokê neteweyî Ocalan pîroz be

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî Çarşema Sor li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Em ê bi perspektîfa Rêber Apo xweseriya xwe ragihînin."

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) ji bo Cejna Çarşema Sor daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Em Çarşema Nîsanê, Çarşema Sor ku di vê rojê de dinya afirî ye û jiyan bi aştî û wekhevî pêk hatiye, li Serokê Neteweyî Birêz Abdullah Ocalan, li Şervanên Azadiyê ku bi hezaran Êzîdî ji fermana 3.8.2014’an rizgar kirin, li hemû Êzîdiyên dinyayê, gelê Kurd ê bi şeref û namûsa xakperestiyê pîroz dikin."

MŞD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser fermanên ku li ser Êzdiyan hatine rakirin û got,"Di dîrokê de tim Êzîdî hatine xapandin. Hêzên ku xêra Êzîdiyan naxwazin tim ji dilpakiya Êzdiyan sûd wergirtine. Êzîdi jî bi wan hêzan bawer kirine lê her carê ferman bi ser wan de anîn." 

Bi domdarî MŞD’ê wiha got: "’Êdî ronahiyek ji gelê Êzîdî re çêbûye, felsefe û xwedîderketina Rêber Apo. Êdî xwediyê me Tevgera Azadiyê ye. Bi felsefeya Rêber Apo Êzdiyan xwe bi rêxistin kir, meclîsa xwe, partî û komuna xwe, hêzên xwe YBŞ, YJŞ ava kir. Êdî bes e desthilatdarî, bes e ji xayintiyê re. Em ê çarenûsa gelê xwe diyar  bikin. Em ê êdî destûrê nedin desthilatdarî û xayinan. Em ê bi perspektîfa Rêber Apo xweseriya xwe ragihînin."

MŞD’ê herî dawî got: "Em Çareşama Sor li şervanên Êzîdxanê, li Rêber Apo pîroz dikin."