Mîhrîcana Mûnzûrê bi meşa xwezayê re bi dawî bû

Di Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku hunermend, siyasetmedar û xwezaparêz jî di nav de gelek kes meşa xwezayê li dar xistin û derdor paqij kirin.

16. Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku ji aliyê Şeredariya Dersîmê ve hate lidarxistin, bi meşekî ekolojiyê ve bi dawî bû. Hevşaredarê Dersîmê, nûnerên partiyan, hunermendên Dersîmê Mikaîl Aslan û Erdogan Emîr jî di nav de komek qelebalix li Qada Seyîd Riza kom bûn. Komê pankarta ku “Dest nede, xweza, çand, derdor û vîna min” hate vekirin, li ser navê komê Parêzer Bariş Yildirim daxuyaniyek da û bal kişand ser bendavên ku li bajêr tên avakirin û wiha got: “Bi van bendavan dixwazin xwezayê tine bikin,” Piştre jî Erdogan Emîr axivî û behsa girîngiya zimanê dayikê kir û bang kir ku divê her kes xwedî lê derbikeve. Mikaîl Aslan jî behsa girîngiya Kurmancî kir û wiha axivî: “Divê di serî de me li malê û di hemû qadên jiyanê de Kurmancî bikar bînin û xwedî li çanda xwe derbikevin.”

Piştî daxuyaniyê komê bi dirûşmên mîna “Wê Mûnzûr azad bibe” û “Li Mûnzûrê em bendavan naxwazin” qîrkirin û heta Pira Mavî meşek li dar xistin. Piştî meşê komê ji peravên Çemê Mûnzûrê heta Qada Seyîd Riza derdor paqij kirin.