Mekanîzmaya şaneyî ya ku sîstema parastinê qels dike, hat tespîtkirin

Tîmek ji lêkolînerên Fransayî, yekemcar mekanîzmaya hucreyî ya ku di dema depresyon an jî serdemên alerjîk de sîstema bedena mirovan a parastinê qels dike, tespît kir.

Alerjî û depresyon, sîstema parastinê ya beden qels dike û vîrûs û enfeksiyonên bakteriyan teşwîq dike. Ev yek, rastiyeke ku bi qasî nîv sedsal e, tê zanîn.

Lê belê, mekanîzmayên hucreyî yên rê li ber qelsbûna sîstema parastinê vedike, heta roja îro nedihat zanîn.

Ev valahî ji aliyê tîmek lêkolîner a Zanîngeha Parîs-Descartes ve hat dagirtin. Encamên lêkolînê li kovara Natûre Commûnîcatîonsê roja 9'ê Çileyê hat weşandin.

Di lêkolînê de, rola hin molkulên ji aliyê noroneke sînapsta ve hatine danîn û karê şaneyeke din bi rêk û pêk dike, hat ronîkirin. Navê 'Neurotransmitter' an jî 'barhilgirên sinir' li van molekulan tê kirin.

Lêkolîner dibêjin, vê vedîtinê rê li ber perspektîfên tedawiyê yên heta niha nehatine dîtin, vekiriye. Ev rewş ji bo tedawiya kanserê jî derbas dibe.

Lêkolîner niha jî li ser molekulên rê li ber modulasyonê vedikin, dixebitin.