Mehmûd Onder wê roja Înê were definkirin

Ji bo Mehmûd Onder li Kopenhagenê serdanên sersaxiyê tên kirin. Her wiha wê merasîmeke girseyî bê lidarxistin.

Ji bo Onder li paytexta Danîmarka Kopenhagenê serdana sersaxiyê tên kirin. Serdana sersaxiyê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Kopenhagenê, malbat û dostê wan ve tên qebûl kirin.

Daxwaza Onder ew bû ku li Amedê were veşartin. Lê belê ji ber şert û mercên giran ên mêtîngerî û dagirkeriyê wesyet  kir, ku li  Kopenhagenê bê veşartin. Roja Înê saet 12:00'an de li salona 'Başak Saray'ê wê merasîmek girseyî were lidarxistin. Di merasîmê de malbata Onder, hevrêyên wî yên tekoşînê, hevkarên wî, nûnerên saziyên Kurdan û siyasetmedarên Kurd wê tevlî merasîmê bibin. NCDK banga tevlîbûna merasîmê li hemû Kurdistaniyan kir.

Ji bo serdana sersaxiyê adresa Navenda Civaka Demokratik a Kurd wiha ye; Retortvej 45, 2500 Valby, Danemark

Ji bo merasîma cenaze jî adresa Salona Başak jî wiha ye: Bådehavnsgade 57, 2450 København SV, Danemark