Meclîsa Avaker a Şengalê Çarşema Sor pîroz kir

Meclîsa Avaker a Şengalê, cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir.

Meclîsa Avaker a Şengalê, bi wesîleya cejna Çarşema Sor peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin, "Em cejna Çarşema Sor di serî de li Êzidiyan, li hemû mirovahiyê pîroz dikin. Tevî hemû fermanan û zext û zordariya hezaran salan jî vî gelê cejna Çarşema Sor pîroz kir û îro jî pîroz dike. Civaka Êzidî yek ji kevntirîn civakên Mezopotamyayê ye. Ev 7623 sal in Êzidî vê cejnê pîroz dikin. Tevî ku çeteyan û hevkarên wan bi hezaran kes kuştin û revandin jî, gelê me ji ol û baweriya xwe venegeriya.

Em hêvîdar in ku cejna îsal bibe wesîle, ku Çarşema Sor a sala bê li Şengal a Xweser pîroz bikin û hemû gelê me li cih û warên xwe vegerin. Em hêvîdar in, dayik û xwişkên me yên di destê DAIŞ'ê de ne, tavilê bên rizgarkirin. Li ser vê bingehê em vê cejnê li hemû Êzidiyan pîroz dikin."