Li Swêd semînera ‘Ji Komarê heta roja me Pirsgirêka Kurd’

Li Soderhamn a li bakurê Swêd semînereke ku ji damezrandina komarê heta roja me pirsgirêka Kurd hat destgirtin hat lidarxistin.

Li Soderhamn a li bakurê Swêd semînereke ku ji damezrandina komarê heta roja me pirsgirêka Kurd hat destgirtin hat lidarxistin.

Di semînera ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Soderhamn û Partiya Çep a Swêd ve hat organîzekirin di axaftin û nîqaşan de hê zêdetir pêvajoya derketina Tevgera Azadiyê ya Kurd û piştî wê hat destgirtin.

Rêveberên Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Soderhamn ên di semînerê de axivîn diyar kirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd di salên 1970’î de li hember polîtîkayên dewleta Tirk ên înkar, asîmîlasyon û qirkirinê derketiye holê, di demeke kurt de bi awayekî girseyên berfireh xwe rêxistin kiriye û veguheriye partiyeke girseyî.

Axaftinan diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 15 sal in li Girtîgeha Îmrali rehîn tê girtin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoya aştiyê daye destpêkirin, lê hikûmeta AKP’ê ya pirsgirêka Kurd wek pirsgirêka terorê dibîne piştî di hilbijartina 7’ê Hezîranê de têk çû ji nû ve vegeriyaye polîtîkaya şer, li Tirkiye û Kurdistanê dest bi girtinên komî kiriye.

Di semînerê de hat diyarkirin ku PKK tenê mafên gelê Kurd naparêze, Ermenî, Suryanî, Ereb û Êzidiyan li hember çeteyên DAIŞ diparêze. Axaftvanan xwest PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.