Li Sûrê qursên hunerê destpê kirin

Mala hunerê ya ku xebatên xwe di bin banê gerînendehiya çandê de dimeşîne li navçeya Sûrê dest bi xebatên hunerî kir.

Mala hunerê ya ku xebatên xwe di bin banê gerînendehiya çandê de dimeşîne li navçeya Sûrê dest bi xebatên hunerî kir. 

Qursên amûrên hunerê yên wekî Tembûr, Erbane, Gîtar di bin banê gerînendehiya çandê ya şaredariya Sûrê de li mala hunerê hatin destpêkirin û rastî eleqeya xwendekaran hat. 

Mamosteyên mala hunerê, mamosteya ku dersên erbaneyê dide xwendekaran Rûken Kardaş û mamosteyê tembûrê Yilmaz Kûrttekîn kêfxweşiya xwe ji ber baldarî û eleqeya xwendekaran anîn ziman.

Mamoste Yilmaz Kûrttekîn, nêrînên xwe der barê armancên vê qursê de anîn ziman û got: "Armanca me ji van qursên hunerê ew e, em zarokan bêtir tevlî nava jiyana civakî bikin. Em dixwazin zarok bi çand û hunera xwe, bi muzîka xwe mezin bibin."

Mamosteya erbaneyê Rûken Kardaş jî kêfxweşiya xwe ya bi tevlîbûna zêde ya xwendekaran wiha anî ziman: "Dema em kêfxweşî û daxwaza zêde ya tevlîbûna van qursan ji alî zarokan ve dibînin em gelekî pê kêfxweş dibin û ev vîn û daxwaza wan wê bibe sedem ku ew zû bi pêş bikevin û xwendekarên serketî bin. Ji aliyekî din ve ji bilî xwendekaran ev qursên hunerî ji alî esnafên navçeyê ve jî bi baldarî tê şopandin."

...