BI DÎMEN

Li Rennes û Ludwigshafenê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Li bajarê Rennes ê Fransayê û bajarên Ludwigshafen-Mannheîm ê Elmanyayê, di aktîvîteyên Ciwanên Azad de şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Li bajarê Rennes ê Fransayê û bajarên Ludwigshafen-Mannheîm ê Elmanyayê, di aktîvîteyên Ciwanên Azad de şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

RENNES

Li bajarê Fransa Rennesê, şehîdên meha Gulanê bi aktîvîteyên çand û sporê hatin bi bîr anîn.

Li qada aktîvîteya ku diyarî Mazlûm Çelîk (Şervan Varto) û Hîkmet Çark hatin kirin, pankarta “Me bi ciwantî destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser kevin” hate daliqandin. Alên KCK’ê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha posterên mezin ên Mahsûm Korkmaz û Sakîne Cansiz hatin daliqandin.

Di aktîvîteya bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de têkîldarî wateya meha şehîdan û pêşbirkê axaftin hatin kirin. Di pêşbirka ji 4 tîmên zarokan pêk hat de li 2 tîman madalya hatin belavkirin.

Li gel tîmên zarokan, pêşbirkek ji 13 tîman pêk dihat jî hate lidarxistin. Ji bo tîmên serkeftî jî xelat hatin dayîn. Aktîvîte bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Nisêbînê”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” bi dawî bû.

LUDWIGSHAFEN

Li bajarê Ludwigshafen ê Elmanyayê jî Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad, aktîvîteya bîranînê ya Çand û Sporê li dar xistin.

Di aktîvîteya saet 09.00’an bi rêzgirtinê destpê kir de, endamê Ciwanên Azad li ser wate û girîngiya rojê axivî, got: “Ciwan li ser xeta Rêber Apo, dilsoziya bi şehîdan di meha Gulanê de pêk tînin.”

Piştre pêşbirka ji 10 tîmên fitbolê destpê kir. Her wiha di aktîvîteyê de voleybol, pînpon û lîstokên zarokan jî hebûn.

Saet 13.00’an aktîvîteyên çandî yên girseyî destpê kirin. Hunermend Bengî Agirî derket pêşberî girseyê. Di domahiya rojê de bi sirûdên şoreşê govend hatin gerandin.

Aktîvîte saet 18.00’an bi dirûşmeyan bi dawî bû.

 

...