Li paytexta Ewropa Brukselê govenda Kurdan

Hefteya Çanda Kurd a wê li paytexta Belçîka Brukselê 3 rojan bidome, dest pê kir. Aktîvîteya ku motîfên kesk, sor û zer li pêş in, bi govendên li ber def û zirneyê yên di kolanên bajêr de start da.

Hefteya Çanda Kurd a ku yekemîna wê sala 2014’an hate lidarxistin, îsal wê bibe ya sêyemîn. Tevî hemû hewldanên qedexekirinê ya Şaredariya Brukselê jî, aktîvîteyê duh bi meşeke Kurdan li Qada Borsayê dest pê kir. Di meşê de ku bi sedan kes tevlî bûn, govend hatin gerandin, heta Meydana Spanya ku sed-du sed metroyî dûrî Qada Dîrokî ya Grand Place ye, çû. Li qadê ku bi motîfên çanda Kurd hate xemilandin, kaniyeke bi navê “Kaniya Yado” û kon hate vedan. Bal kişand ku kon wisa hatiye dizaynkirin ku wê bîranînên Kurdên li dîasporayê zindî bike, li paşerojê bigerîne, hate dîtin ku bi taybet bi pankartên paç ve jî bircên Heskîf û Amedê hatin pêşkêşkirin. Aktîvîte ku govend hatin gerandin, hate dîtin ku li gel jin û zarokan, eleqeyek zêde a Brukseliyan jî heye.

Tê payin ku di çarçoveya Hefteya Çanda Kurd de ku wê heta sibehê danê êvarî vekirî be, gelek aktîvîte bêne lidarxistin. Li gel aktîvîteyên sînema, konsert û tiyatroyê, wê xwarinên Kurdan jî bên nasandin.

‘ARMANCA ME DANASÎNA ÇANDA KURD E’

Ji endamên Komîteya Amadekar a Hefteya Çanda Kurd Yasîn Sûnca, diyar kir ku armanca wan danasîna çanda Kurd e, hewldana qedexekirina aktîvîteyê ya şaredariya Brukselê şermezar kir, got ev antî-demokratîk e. Yasîn Sûnca bi bîr xist ku ev 3 sal in aktîvîteyek bi vî şêweyî li dar dixin, got; “Armanca li vir danasîna çanda Kurd e. Ji bo zarok û gelê me jî aktîvîteyên me hene. Dîsa em konsertan, şano û xwarinên Kurdan pêşkêş dikin. Heta êvara roja Yekşemê aktîvîteya me didome. Em ji gelê xwe bendewariya tevlîbûnê dikin.”

 

...