Li Kolana Konur piştî faşîstan polîsan êrîş kir

Li Kolana Konur destpêkê faşîstan paşê polîsan êrîşî standên şoreşger û demokratan kirin. Di êrîşan de du kes hatin binçavkirin gelek kes jî birîndar bûn.

Lİ Kolana Konur destpêkê faşîstan paşê polîsan êrîşî standên şoreşger û demokratan kirin. Di êrîşan de du kes hatin binçavkirin gelek kes jî birîndar bûn.

Li Kolana Konur a li Kizilay komeke faşîst êrîş birin ser şoreşger, demokrat û welatparêzên stand vekirin. Koma di destê wan de alên MHP’ê û bi tiliyan nîşaneya guran çêkirin hatin ber standan bi dûjînan êrîş kirin. Şoreşgeran bersiv dan û koma faşîst dûr xistin.

Dema pevçûnan dewam dikir, polîs hatin cihê bûyerê. Polîsên mudaxeleyî koma êrîşkar nekir, bi awayekî organîzekirî êrîşî standan kirin. Polîsan guleyên plastîk berdan kesên li kolanê radiwestiyan û ji mesafeya kurt gaza îsotan bi kar anî.

Di dema êrîşa polîsan de du kes hatin binçavkirin. Gelek kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin guleya plastîk li çavê birîndarekî ketiye. Hat diyarkirin ku di êrîşa polîsan de difna rojnamevan Ercument Ozkaya şkestiye û rojnamevan di nav xwînê ji pişt ve hatiye kelepçekirin.

Polîs û koma faşîst jî li ser Cadeya Yuksel in.