BI DÎMEN

Li Kerkûkê Xiristiyanan Noel pîroz kirin

Xiristiyanên li Kerkûkê rojbûna HZ. Îsa li Dêra Gorgîes bi ayînekê pîroz kirin.

 

Rojbûna HZ. Îsa li Dêra Gorîgîes bi ayînekê  hate pîrozkirin. Rêxistina Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê (Tevgera Azadî) a bajarê Kerkûkê bi heyetekê  beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Rahîbê Dêra Mago Gorgîes Aşûrî Aksa Gorgîes Yûsûf ji ajansa me re axifî û wiha got: “Îro roja jidayîkbûna HZ. Îsa yê Mesîh e. Îro roja alîkariyê ye. Bi boneya li dar xistin ayîna roja jidayîkbûna Îsa Mesîh hevalên me jî beşdar bûn. Gelek kesên ku bawerî bi Mesîh dianîn jî beşdar bûne. Ez vê rojê li her kesî pîroz dikim, di wê hêviyê de me ku ev bibe wesîleya tendirûstiyê û li Iraqê aştî û biratî pêk were. Gelê Iraqê ji ber şer gelek êş kişandine, bi vê wesîleyê vê rojê li her kesî pîroz dikim.

Çarlis Şima yê ku roja rojbûna Îsa Mesîh li gelê Kerkûk û Kurdistanê pîroz kir jî wiha anî ziman: “Divê îro di nava gel û baweriyan de ti cudahî neyê kirin. Divê her kes li gorî baweriya xwe bijî.”

Zekî Şûrişo jî ev tişt got: “Pîrozkirina vê rojê hîseke pir cuda û xweş e. Ez di wê hêviyê de me ku ev roj di serî de ji bo herêmê û tevahî cihanê aramiyê bîne. Ev roj bibe wesîleya aramî,xweşî û aştiyê.”

Jûlîana Fûad  bibîr xist, ev roj ji bo Xiristiyanên Iraq û Sûriyeyê pir girîng e û bi wate ye wiha pê de çû: “ Ez vê rojê li hemû alema Xiristiyanan pîroz dikim. Her çendî rewşa erdnîgariya ku em li ser dijîn nebaş jî be, dîsa li gorî baweriya me em rojbûna Îsa Mesîh pîroz dikin. Ez di wê baweriyê de me ev roj bibe wesîleya bidawîbûna mirin, aştî bê li ser vê xakê.”