BI DÎMEN

Li Kerkûkê Festîvala Helbest û Wêjeya Kurdî

Li Kerkûkê 1’emîn Festîvala Helbest û Wêjeya Kurdî hate lidarxistin. Wêjevanan diyar kir ku berpirsê kirîz û ne eleqeya bi wêjeyê re îşaret bi hikûmetê da.

Festîfala Helbest û Wêjeya Kurd, li Kerkûkê hate lidarxistin.Helbestên ku li ser yekîtiya netewî û kirîza aboriyê hatibû nivîsandin mohra xwe festivalê da.

1’emîn Festîvala Helbesta û Wêjeya Kurdî ku ji aliyê rojnameya Hawal ve hate organîzekirin, îro di saet 10:00’an de li salona Konferansa Sîrwan Talabanî hate lidarxistin. Di festivalê de helbestvan, nivîskar û gelek ronakbîr beşdar bûn.

Têkildarî festivalê Organîzator û Berdevkê Rojnameya Hawal Rawan Talîb ji ajansa me re axivî û got: “Armanca me ya sereke li welat û li herêmê tevî ku kirîzek tê jiyankirin jî, hem helbestvan û hem jî nivîskar pirsgirêkên dijîn bixin rojevê, hem jî zindîkirina helbestvantî û wêjeya Kurdî, a din jî pêşxistina çanda Kurdî ye.

EMÎN: BERPIRSÊ KIRÎZ Û BÊ ELEQEYA JI WÊJEYÊ RE HIKÛMET E

Wêjevan Salah Heme Emîn destnîşan kir ku kirîza aborî û siyasî ya li Başûrê Kurdistanê gelek bandorê li wêjeya Kurdî dike û wiha got: “Kirîza îro tê jiyîn li pêşiya pêşxistina çanda Kurd û wêjeyê dibe asteng. Kirîza aborî hêlaye ku mirov weke berê eleqeyê nêzîkî wêje û helbestvaniyê neke. Yekane berpirsê vê yekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

ROJ: ÊDÎ HÊ ZÊDETIR ZEXTÊ DIDE MEŞANDIN

Helbestvan Xatûn Roj jî got: “Weke tê zanîn li Başûrê Kurdistanê zextên zêde tên kirin û hikûmet her ku diçe ber bi hikûmetekî hê zêdetir zextan bide meşandin ve diçe.” Roj wiha pê de çû: “Jiyan bi xwe kirîzeke mezin e. Eger ku jiyan bi xwe bû kirîz, wê demê wêje û huner jî dibe kirîz. Li darxistina vê festîvalê dide nîşandan ku hê jî çanda Kurd û wêjeya wê dijî û zindî ye. Lê, mixabin ti agahiya hikûmetê ji wêje û helbestan nine. Bi me re nabin alîkar. Ji bo derbaskirina vê kirîzê ti hewldana wê nine.”

TAHÎR: HEWLDANANEKE YA HIKÛMETÊ NÎNE

Helbestvan Talad Tahîr ê ku diyar kir ku wêje û helbest bi jiyana gel ve girêdayî ye wiha anî ziman: “Eger ku jiyana gel baş be, pêşketina helbest û wêjeyê di nava civakê de baş dibe. Wêje û helbest ne tenê girêdayî kesê dinivîse ye. Eger kirîz di nava civakê de hebe wê demê di nava wêjeyê de jî heye. Yên ku herî zêde ji kirîza tê jiyîn bi bandor dibin kesên wêjevna û hunermend in.Di vî warî de ti hewldana hikûmetê nine. Alîkariyên ji bo navendên çand-huner û wêjeyê jî hatine cudakirin jî nayê dayîn. Di vî warî de ti xebatên hikûmetê nine.”