BI DÎMEN

Li Helebceyê Konferansa Naskirina Hewremanan pêk tê

Konferansa Naskirina Hewremanan, bi pêşengiya KNK'ê li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

Îro li bajarê Helebceyê, bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi beşdariya gelek welatiyên Hewreman ên li Başûrê Kurdistan, derveyî welat, hinek parlemeterên Başûrê Kurdistan, hevserok û endamên KNK’ê, nûnerên dezgeh û saziyan, partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistan, Konferansa Naskirina Hewreman dest pê kir.

Konferans wê du rojan dewam bike. Têkildarî konferansê endama Komîteya Konferansê Jale Neqşebedî ji ANF’ê re axivî. Neqşebendî wiha got: "Îro di saet 09:00’an de bi beşdariya hemû delegeyan Konferansa Nasîna Hewreman destpê kir. Armanca me ya lidar xistina vê konferansê jî ew e ku Hewreman bi çand û zimanê wê hatiye jibîrkirin, ji bo dubere bi çand û zimanê wê bidin nasîn û li çanda xwe bê vegerîn e. Her wiha ji bo Herêma Hewreman ji bo derveyî welat û cîhan bidin nasîn, ew kesên ku çand û zimanê Hewreman nanasin bidin naskirin û xweş û ciwaniya Hewreman bidin naskirin. Her wiha ji bo sûdê ji xweza û seyrangehên wê bê girtin. Em di wê baweriyê de ne piştî vê konferansê kesên berpirs li çavê xwe li Hewreman vegerînin û ji bo wê kar bikin."

Neqşebendî diyar kir ku nûnerên êlên Bacelan Zengenew, nêzîkî 80 endamên konferansê jî ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî konferansê bûne, her wiha parlemeter û siyasetmedar jî beşdarî dikin. Neqlebendî got: "Me dixwest em vê konferansê li Hewreman bikin, lê mixabin ji ber şert û mercên ne asayî . Ji bo wê me ya herî guncaw Helebce dît."

Neqşebendî herî dawî li ser mijarên konferansê de jî agahî da û wiha anî ziman: "Konfernasa me 12 mijarên cuda cuda li xwe digire. Me dixwest hê zêdetir mijaran bigirin dest lê ji ber ku wê konferansa me dirêj bibûya ji bo wê em li ser 12 mijaran sekinîn. Her wiha wê konferans du rojan bidome."