Li Girtîgehe Osmaniya organên mirov dirizin!

Nasên kesên ku li Nisêbînê hatine girtin û ew şandine Girtîgeha Tîpa T a Osmaniya agahiyên girîng dan. Hate gotin 5 ji girtiyan ku bi birîndarî hatibûn girtin û ji ber ku tedawiya wan nehatiye kirin, organên wan dest bi rizîbûnê kirine.

Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T2 a Osmaniya dijîn, bi rêya nasên xwe binpêkirina mafan ragihandin. Nasên girtiyan ji ber sedema tirsa ku wê tiştekî nasên wan ên li girtehê û wan bikin navên xwe nedan, 23 kesên ku li Nisêbînê bi mîzansena ku ‘teslîm bûne’ hatine binçavkirin, li girtîgehê li Koxuşa A ku diviya 9 kes tê de bi cih bibin, 18 kes bi cih kirine.

Nasên girtiyan diyar kirin ji van girtiyan 5 jê li gel ku birîndar jî bûn tedawiya wan nekirine, ji ber ku tedawiya wan nehatiye kirin Osman Bozkurt du çavê wî kor bûne, girtiyê bi navê  Nurullah Akyuz jî ji ber ku di milê wî de birînda guleyê heye, hindik maye ku lareşî (kangren) bibe.

Nasên girtiyan diyar kirin Mahsûm Çay ku di paqa wî de parçeyên şarapnelê hene, Mehmet Faruk Engîn jî ji ber ku birînda guleyê heye û Firat Çiftçî jî ji berk u hestiyê hinarikê şikestiye û tedawiya wan nehatiye kirin organên wan dirizin.

Nasên girtiyan diyar kirin ev zext û kirinên nebaş ên bi ser girtiyan de tenê ne li ser 23 girtiyan lê li ser nêzî 100 girtiyên siyasî ye ku li heman girtîgehê dimînin. Malbatan diyar kirin, ji pêkanînên kêfî qerdiyanên ku diçine koxuşan bi navê ‘’lêgerîn’ê dest li ser tiştên wan ên taybet datînin, nexweşan nabine revîrê, xwarina wan kêm tê dayin, ava wan tim tê qutkirin.

Kesên ku li dijî van kirinan derdikevin jî cizayê qulikê didine wan, nahêlin bi kesî re têkiliyê deynin û derkevin hevdîtina rû bi rû.

 ‘WEKE ZINDANA AMADÊ YE’

Nasên girtiyan diyar kirin li hundirê girtîgehê ev tişt dibin û ew jî dema ku diçine hevdîtinê ji 5 cihê cuda wan derbas dikin, bi saetan wan didin sekinandin, tişta ku li hundir bi ser girdiyan de tînin, bi ser malbatan de jî tînin.

Nasekî girtiyan tiştên ku li Girtîgeha Osmaniya dibin, şibande ‘’Zindana Amedê ya salên 80’yî’’ û got, ‘’darbekarên Zindana Amedê afirandin, darbekarên îro jî bi kirinên Girtîgeha Osmaniye heman tiştî dike. Têkildarî mijarê li gel ku beriya niha bi gelek caran di çapemeniyê de derket, li gel hemû hewldanên komeleyên mafê mirovan jî ev kirinên dij mirovî li Girtîgeha Osmaniya berdewam dikin.’’

IHD’Ê ZIYARET KIR

Têkildarî mijarê Serokê Şûbeya ÎHD’ê ya Edene Îlhan Ongor  got tiştên ku li girtîgehê têne  jiyin rast in. Ongor herwiha got, ‘’dermanan nadin girtiyên nexweş, an jî dereng didine wan. Wan dernain revîrê ku derdixin jî tedawiya wan nayê kirin. Li gel van hemûyan jî girtî dema ku daxwaznameyan dişînini Wezaretê, dozgeriya girtîgehê ti bersiv nayê dayin.’’