Li Fransayê ji bo HDP’ê seferbertî

Pêkhateyên HDP’ê yên li Fransa di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de xebat dimeşandin ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê ketin nav tevgerê.

Pêkhateyên HDP’ê yên li Fransa di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de xebat dimeşandin ji bo hilbijartina 1’ê Mijdarê ketin nav tevgerê.

Pêkhateyên HDP’ê û saziyên wê di 1’ê Mijdarê de piştgiriya HDP’ê bikin roja Duşemê hatin gel hev, bi dirûşma “bi kesê ji nû ve ber bi serketinê” starta xebatan dan. Dilxwazên HDP’yî yên hejmara wan nêzî hezar kesî bûn di hilbijartina berî niha de deriyekî ku lê nedan nehiştin.  Saziyan diyar kirin ku wê bi heman ruhê seferbertiyê bixebitin. HDP Fransa bang li gel kir ku ji bo qeydan heta 10’ê Îlonê biçin konsolosxaneyan.

'DIVÊ KES NEBÊJE ÇAWA BE QEYDA MIN HEYE’

Rayedarên HDP’ê diyar kirin ku ji bo herêma Ile De France ya HDP li wir partiya yekemîn derket, vê carê ji bo hê zêdetir deng wê bixebitin. Rayedaran li hember hîleyên hilbijartinan hişyar kirin û gotin divê nekevin rehaweta "Çawa be min di hilbijartina beriya niha de deng bi kar anî, qeyda min heye” sîteya înternetê ya Desteya Hilbijartinê ya Bilind kontrol bikin.

Di hilbijartina ku wê li Ewropayê dengdan 8’ê Cotmehê li avahiyên konsolosxaneyan destpê bike û 17 rojan bidome, weke hilbijartina beriya niha ji bo hilbijêr bi awayekî komî biçin dengên xwe bi kar bînin xebat bên meşandin.

Koordînasyona hilbijartinê ya ji nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, ACTÎT, ATÎK, Tevgera Jinên Kurd, SKB, FEDA, FUAF, Mala Elbîstanî û Bazarcixiyan, Komeleya Sînemîlî, DDÎF û CÎK pêk tê di daxuyaniya xwe de got: “Em bawer in wê encamên baş bên girtin.”

Numarayên telefonan ên ji bo têkiliya hilbijartinan Bakurê Fransa:

0753025630

0751559738