Li Erîvanê jî Kurdan êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin

Li paytexta Ermenîstanê Erîvanê saziyên Kurdan di pêşengiya Şewra Yekîtiya Kurdên Ermenîstanê û Kurdistan Komîte de bi civîneke çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk û tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kirin.

Li paytexta Ermenîstanê Erîvanê saziyên Kurdan di pêşengiya Şewra Yekîtiya Kurdên Ermenîstanê û Kurdistan Komîte de bi civîneke çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk û tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kirin.

Li Erîvan a paytexta Ermenîstanê saziyên Kurdan di pêşengiya Şewra Yekîtiya Kurdên Ermenîstanê û Kurdistan Komîte de êrîşên dewleta Tirk ên li hember herêmên gerîlayan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi civîneke çapemeniyê ku şermezarkirin, medyaya Ermenîstanê jî eleqeyeke mezin nîşan da.

Di civînê de destpêkê Seroka Kurdistan Komîte Jinîka Qadir axivî. Qadir bi tundî dewleta Tirk şermezar kir û got, “Ev demeke cîhan pê dizane û li ber çavên cîhanê li hember gelê me dîsa şer dane destpêkirin. Ez vê dibejim, bila dewleta Tirk vê bizane kî di şer de israr bike wê ew şer lê vegere. Ji ber vê yekê ez dewleta Tirk bi tundî şermezar dikim û ez dewletên hevalbendên Tirkiyeyê jî şermezar dikim. Ev tam 5 meh in ku bi Rêber Apo re hevdîtin nabe. Li ser Reberê me, tecrîdê didin dewamkirin û nahêlin bi parêzerên û malbatê re hevdîtinê pêk bîne.”

Piştî Qadir Serokê Şêwra Yekîtiya Kurdên Ermenîstanê, Kinyasê Hemît jî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan tine bike, Erdogan ê di hilbijartinan de winda kir dest bi êrîşan kiriye û got, “Li Pirsûsê û li ser Herêmên Parastinê yên Medya bombeyan dibarîne û erîşên mezin pêk tîne.”

...