Li DYA li dijî Zîkayê dermanê Naledê hate bikaranîn

Hate diyarkirin ku ji bo vîrusa Zîka ya li welatên Amerîkaya Latîn bi awayekî lezûbez berbelav dibe li DYA bê astengkirin, cureyekî pestîsîdê ya li gelek welatan qedexekirî ye hatiye bikaranîn.

Dîrektorê Navendên Parastina Ji Nexweşiyan û Kontrolê ya Federal a Amerîkayê Tom Frîeden da xuyakirin ku bi saya dermanekî kêzikan ê ku elementên Naled û Btî di nav xwe de dihewîne, pêşûyên Aedes aegypti yên vîrusa Zîka berbelav dikin hatine îmhakirin.

Frîeden bi rêka telefonê tevlî konferansekê bû, destnîşan kir ku bi sala cureyeke pestîsîdê tevahî pêşûyên ku li semta Wynwood a Mîamiyê vîrusê belav dike hatine tinekirin. Frîeden diyar kir ku dermanê kêzikan ê behsa wê tê kirin, li bejahiyê bandora ku tê xwestin nake, got; “lê bi saya dermankirina bi rêka hewayê ve di rêjeke cîdî de hejmara pêşûyên ku vîrusê berbelav dikin kêm bûne.”

Her çiqasî bikaranîna dermanê pêşûyan ê bi navê Naled û Btî li DYA ne qedexekirî be jî, ji sala 2012’an û vir ve lig elek welatên Yekîtiya Ewropayê qedexekirî ye. Naled, nêzî 60 sal in li DYA tê bikaranîn, li gor Tom Frîeden jî ji dermanê navborî ‘miqtarekî biçûk’ hatiye bikaranîn.

Di medyaya DYA de hatibû diyarkirin ku ji bo pêşîgirtina vîrusa Zîkayê ku li Başûrê Amerîkayê dest pê kiribû, di hefteyên dawî de miqtarek zêde pestîsîdîna bi navê Naled hatiye bikaranîn. Herî dawî li Başûrê Karolînayê ji ber bikaranîna dermanê Naledê bi mîlyonan mêşên hingiv miribûn.