Li Dersîmê xebatên piştevaniyê yên Giysibank’ê didomin

Xebatên Giysibankê (Banka Cilan) ya ku bi armanca piştevaniyê li Dersîmê hate damezirandin, didome.

Giysibank a girêdayî Midûriyeta Kultur Sosyal a Şaredariya Dersîmê, ji bo kesên rewşa wan a aborî nebaş e, belavkirina cil û bergan didomîne.

Giysibank a ku xebatên xwe li Navenda Kar a Dersîma Nû ya li Taxa Mogûltayê dimeşîne, bi awayekî bêpere xizmeta gelek malbatên xizan dike. Di serî de Dersîm, cilên ku ji her aliyê welat ji wan re tên digihînin gel.

Xebatkara Giysibankê Guzîde Baba diyar kir ku bi taybet jî pêdiviyên jin  û zarokan bi cih tînin, got li gel cilên hatine bikaranîn, cilên nû jî ji wan re tên.

Baba got, “Destpêkê kontrolên cilan tên kirin, piştre jî tên pêşendan. Yên pêdiviyên wan jî hene tên û formê şaredariya me dadigirin û dikarin bêyî pere cilên pêdiviyên wan pê hene ji bo xwe bigirin.”

JI BO 260 KESAN PIŞTEVANÎ

Baba ragihand ku di nava salê de piştevanî dane 260 kesan, destnîşan kir ku ne tenê ji navenda bajêr, ji navçe û gundan jî gel sûdê jê werdigire.

Baba da xuyakirin ku her kesên pêdiviyên wan hene dikarin serlêdanê bikin, xwest ku her kesên hestiyar jî piştevaniyê bikin.

KÎ DIKARIN SÛDÊ JI GIYSIBANKÊ WERGIRIN?

-Yên dahatûyên wan kêm bin

-Yên ji hevserên xwe cuda bûne an jî veqetiyane

-Yên hevserên wan jiyana xwe ji dest dane

-Mexdurên koça mecbûrî

-Yên nikarin karekî ji bo xwe bibînin.