Li Den Haagê Festîvala Çand û Sporê

Li Den Haagê di Festîvala Çand û Sporê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Ş. Ronahî, ku her sal weke kevneşopiyekê tê lidarxistin, îsal li bajarê Den Haag ê Hollandayê pêk hat. Di festîvala duh de bi sedan ciwan amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ser wate û girîngiya rojê axaftin hat kirin û piştre maçên futbolê destpê kirin.

Festîvala ku ji aliyê çandî ve jî xwedî bernameyeke dewlemend bû, ji bo zarokan jî çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

Di beşa sporê de jî pêşbirkên futbol, voleybol, kişik, dame, bez, werîş kêşan û tenîsa maseyê hatin lidarxistin.

Tevî lîstikên govendê yên zarokan, komên muzîkê yên herêmî jî derketin ser dikê. Di festîvalê de lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî jî amade bû.

SERKETIYÊN FESTÎVALÊ

Di beşa futbolê de tîma Dogû Firtina bû yekemîn, Kapsalon Emrah bû duyemîn û Dordrecht United jî bû sêyemîn.

Serketiyên beşên din ên sporê jî ev in:

"Voleybol: Tîma Azadî
Bez: Munîr Akyar
Werîs Kêşan: Jinên Ciwan ên Rotterdamê
Tenîsa maseyê: Ahmet Okûr
Dame: Umît Kanîreş
Kişik: Firat Deo."

Di dawiya festîvalê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin. Festîval bi gerandina govendê bi dawî bû.

...