Li Danîmarkayê fînala Newrozê li Albertslûndê çêbû

Li Danîmarkayê ev heftiyek bû ku Newroz dihate pîrozkirin, bi Newroza Albertslûndê Newroz bi dawî bû.

Li Albertslûnd a Danîmarkayê bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk Newroz hate pîrozkirin, pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên ku di şoreşê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Wekîla HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca û li ser navê Partiya Koalîsyona Kesk-Soran wekîlê Enhedslîstenê Soren Sondergard axivîn.
Muslim di axaftina xwe de geşedanên Rojava û Bakurê Kurdistanê nirxand. Muslim bal kişande ser komkujiyên li Bakurê Kurdisatnê ku Erdogan bi hêzên xwe yê paramîlîter pêk tîne. Muslim got li gel zext û zordarî, girtin û tirsê jî Kurdan di serî de li Newroza Amedê, lig elek deverên Kurdistanê Newroz şayanî dîroka wê ya berxwedanê pîroz kirine û bi vî rengî jî peyamên girîng dane rejîma AKP-Erdogan.
Muslim diyar kir ku jin û ciwanên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin û got ew projeya jiyana azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî gel bikin.
Wekîla Amedê Felaknas Uca jî di axaftina xwe got helwesta li dijî faşîzma Erdogan a Ewropa ya ku di vê dema dawî de nîşan didin divê berdewam bike û got Erdogan êdî ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo Ewropiyan jî talokeyeke mezin e.
Soren Sondergard jî çavdêriyên xwe yên serdanê ku  bi mibesta doza hevserokê HDP’ê bişopîne, 8’ê Adarê hatibû Enqere û Stenbolê vegot. Sondergar got, ‘’Kurdan li dijî yek zilamiya Erdogan û faşîzma wî herî baş li Newrozê li qadan mesaj dane’’ û got li pêşberî vê berxwedanê bi hurtmet bejna xwe ditewîne.
Pîrozbahî bi muzîk û folklora zarokan, bi coşdarî bi dawî bû.