Li Berlînê Sakîne, Lûxemgûrg û Lîebknecht hatin bîranîn

Li paytexta Elmanya Berlînê Sakîne Cansiz, Rosa Lûxemgûrg û Karl Lîebknecht hatin bibîranîn.

Li paytexta Elmanya Berlînê, her salê bi beşdariya deh hezar kesî, ji bo Rosa Lûxemgûrg û Karl Lîebknecht aktivîteyên bîranînê tên lidarxistin. Di bîranînê de Kurd jî bi rengê xwe başdar bûn. Di aktivîteyê de peyama Tevgera Jina Kurd hate xwendin. Di peyamê de bal kişand ser qetlîama Parîsê û banga têkoşîna hevpar hate kirin.

Li ser abîdeya Lûxsembûrgê pankarta bi nivîsa "Me ji bîr nekiriye, em efû nakin" û posterê Sakîne Cansiz hate daliqandin.^

'KEÇA MIN, MIN FÊRÎ NETIRSÎNÊ KIR'
Li Berlînê ji aliyê Meclîsa Jinan a DAN DESt a li lokala NAV-DEM'ê bîranîn hate lidarxistin. Di aktivîteyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bîranîn. Bavê Cansiz Îbrahîm Cansiz mafê axaftinê girt û got: "Keça min her demê ez fêrî netirsînê kirim. Em weke Kurd natirsin. Çi dibe bila bibe ez ê di rêya wê de bimeşim."

Hevberdevka HDK'ê ya Berlînê Mehtab Erol, Aktivîst Sûssane Rooslînk û Endama TJK-E'yê Nûpelda Mûnzûr jî axivîn. Di axaftinan de jiyan û têkoşîna Sara hate vegotin, piştre jî sînevîzyon hate pêkêşkirin.

Piştî aktivîteyê û şûn de dayîka Sakîne Cansiz Zeynep Cansiz loqûmên ku çêkiribû li beşdarvanan belav kir.