Li BehraSpî ji 10 hezarî zêdetir penaber hatin xilaskirin, 37 jê mirin

Li BehraSpî di du rojên dawî ji 10 hezarî zêdetir penaber hatin xilaskirin, 37 penaber jî mirin.

Hate diyarkirin ji roja Duşemê vir ve ji penaberên ku ji Libyayê derbasî Îtalyayê dibin rizgar bikin 72 operasyon hatine kirin, nêzî 10 hezar û 700 penaber hatine rizgarkirin. Agahî hate dayin ku roja Duşemê 6 hezar û 55 û roja din jî 4 hezar û 655 penaber hatine xilaskirin.

Li gorî hin jêderên din di operasyonan de rastî 37 penaberên mirî hatine.

Di operasyonan de ku ji hêla yekîneyên ewlekariya peravê yên Îtalî ve tê kirin gelek keştiyên welatên Neteweya Yekbûyî û yên saziyên alîkariyê jî hene.

Li gorî daneyên Rêxistina Navnetewî ya Koçberiyê (IOM) ji 1’ê Çile heta bi dawiya meha Îlonê ji BehraSpî 300 hezar penaber derbasî Yekîtiya Ewropa bûne. Ji van 132 hezar jê çûne Îtalyayê û 166 hezar çûne Yewnanîstanê.

Ji par Çile heta bi dawiya Îlonê 2 hezar û 926 penaber mirine, di 9 mehên pêşî yên vê salê de 3 hezar û 500 penaber mirine.