BI DÎMEN

Li 67. Berlînaleyê AKP hat şermezarkirin

Sînamegerên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên ku li 67. Berlînalê ne, zexta rejîma AKP’ê ya li ser muxalîfan şermezar kirin.

Sînameger di beşa bazara fîlm a festîvalê de hatin cem hev, dowîz hilgirtin û banga hevgirtina navneteweyî kirin.

Sînamegerên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên ku li 67. Berlînalê ne, zexta rejîma AKP’ê ya li ser muxalîfan bi xwepêşandanekê rejîma AKP-MHP-Erdogan şermezar kriin.

Sînamegeran li dijî Rewşa Awarte ya Tirkiyê û binpêkirina mafan banga hevgirtinê û aştiyê kirin, zexta li ser aliyên demokratîk, girtina wekîlan, ji kar avêtina akademîsyenan şermezar kirin. Sînamgeran xwestin ku derdorên sînameyê ya navnetewî jî helwesta xwe diyar bike. Di çalakiyê de ku bi dehan sînameger lê amade bûn, bi Ingilîzî, Elmanî, Tirkî û Kurdî ‘’Sînameya Azad’’, ‘’ji bo aştiyê sîname’’ vekirin. 

‘DESTHILATDARIYÊ LI DIJÎ HER KESÎ ŞER RAGIHAHDIYE’

Li vir metneke bi Ingilîzî, Tirkî û Kurdî hate xwendin. Di metnê de wiha hate gotin:

"Desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyê li dijî her kesê ku ji zext, sansûr, binpêkirina mafan re ‘na’ dibêje, li dijî tundiya dewletê kî aştiyê bixwaze şer ragihandiye. Bi Rewşa Awarte re nûçegihan, wekîl hatin girtin. Bi BHQ’yan akademîsyenên aştîxwaz, memûrên dewletê, bi awayekî ne hiqûqî ji kar hatin avêtin, ji heqê sereke hatin merhûm kirin. Em weke sînamager jî ji vê zextê para xwe digirin, me jî dixin nav lîsteya reş û xebatên me têne astengkirin. Em weke Sînamegeran ên ku li 67. Festîvala Fîlman a Berlînê civiyane, em gotina xwe ya pêşî aştiyê dubar dikin, em bang li hemû pîşesazên xwe yên dinyayê dikin ku li dijî sansûr, zext û polîtîkayên şer hevgirtinê mezin bikin."