Koordînasyona Êzidiyan: Bila Çarşema Sor bibe wesileya tifaqa Êzidiyan

Koordînasyona Civaka Demoratîk a Êzidiyan, cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, "Ji her demê zêdetir pêwistiya me bi tifaq û yekîtiyê heye. Lewma pêwîste em bi yekbûna xwe bersiva dijmin û xêrnexwazin bidin."

Koordînasyona Civaka Demoratîk a Êzidiyan ji bo cejna Çarşema Sor daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Daxuyaniya koordînasyonê wiha ye:

"Di serî de em vê cejna Çarşema Sor  li gelê Êzidî û mirovahiyê pîroz dikin. Gelê me yê Êzidî yek ji gelên herî kevnar ên ku xwediyê vê axê ne. Her çiqasî dijminê vî gelê bi êrîş, qetlîam, fermanan xwestin gelê me ji rastiya wê, çanda wê û baweriya wê dûr bixin jî, lê gelê me li hemberî van hemû êrîşan heya roja me ya îro hebûna xwe parastiye. Çawa dijminên Êzidiyan di meha Adarê de êrîşê Xanesorê kirin û xwestin beşek ji Êzidiyan bikin parçeyek ji vê xiyanetê, lê gelê me bi sekna xwe, bi çalakiyên xwe, bi saya şehîdên xwe pêşî li vê girt. Dijmin wisa plan kiribû wê êzidî bi êzidiyan bidin şer kirin û bide kuştin. Rexmê van hemû planan jî, gelê me hîn zêdetir bû tiraq, bûn yek dest û bersiva pêwîst bi berxwedaniya xwe nîşanî dijminan dan. 

Piştî 3'ê Tebaxê gelê me rexmê hemû êrîş, zehmetî û bê derfetiyan jî jiyanek nû li çiyayê Şengalê ku di her fermanê de bûye hêviya gelê Êzidî ava kiriye. Ji destpêka fermanê heya niha ji parastinê bigire heya rêxistinkirinê gel jiyana xwe ava kir. Îro gelê me ji hebûna keç û xortên xwe hêza YBŞ û YJŞ’ê ava kirine. Li aliyê hundir jî ji bo gelê me jiyanek aram bijî û êrîş neyên asayîşa Êzidxanê hate avakirin. Her wiha îrade, sekn gelê me ya 2 salan ji avakirina Meclîsê bigire, heya partiyan, ji partiyan heya Meclîsên gundan ava kirin. Lewra jî dijmin dema vê vîn û îradeya gelê me dibîne tehemûl nake û bi hemû hêza xwe êrîş dike. Lê bi avakirinên sazî û rêxistinên di hindir Şengalê de û rojane vegera dehan malbat jî nîşan dide gelê me çiqasî bi hêviye ku carek din li ser koka xwe ango Şengalê jiyanek nû ava dike. Xwestek û daxwaza gelê me Xwesertiya Şengalê ye û li gorî wê jî her roj li gundekê meclîsên xwe ava dikin. Ji ber ku biryar, hêz û rêxistinên gelê êzidî, ji wan bi xwe nebîn wê her tim êrîş û fermanê pêk werin. Ev hemû destketî ji bi saya şehîdên Xanesorê, şehîdên 73’ê fermanan pêk hatiye, em şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe hemberî wan ditewînin. 

Ji bo ku êdî dijmin firsend û hêviya êrîşkirin ser vê axê nebîne, ev cejna Çarşema Sor an jî cejna Tawusê Melek bibe wesîleya ku tifaqa gelê me. Ji her demê zêdetir pêwistiya civak me ya êzidî bi yekîtiyê heye. Dewlata Tirk û hevkarên wê di nava plan, leyîstokên qirêj û êrîşan de ne, her êrîşek tê ser gelê me, gelê me gihiştiye wê qudretê ku xwedî li axa xwe derkeve û li hemberî dijminan bibe diwar û destûr nedin derbasî axa Êzdixanê bibe. 

Em bang li êzidiyên cîhanê dikin yekîtiya xwe ava bikin, tifaqa xwe çêbikin, dengê xwe bidin Şengalê, Şengalê ava bikin, xwedî derketina Şengalê, xwedî derketina hebûna xwe ye. 

Carek din em vê cejnê li tevahiya gelê êzidî, kesayet  û mîmarê mirovahiyê yê ku di hemû şert û mercên giran ev 18 salin di girtgehê de her wextî gelê êzidî bîr tine û ji bo wan dikeve nava hewildanan li Rêber gelê Kurd Abdula Ocalan, gelê Kurd,  mirovahiyê, pêkhateyên herêma Nînova, Mala Mîran, Bavê Şêx, Meclîsa Ruhanî û êzidiyanên her aliyê cîhanê pîroz dikin. Hêvî û daxwazên em ev cejn bibe cejna Xwesertiya Şengalê, vegera ser axa Êzidxanê, hemû dayik û keçên me yê dîl girtî ji destê çeteyan rizgar bibin. Cejn a were sala em li Şengalek azad û Xweser cejna Çarşema Sor pîroz bikin."