BI DÎMEN

Konferansa Naskirina Hewreman bi dawî bû

Konferansa bi şîara‘Bi zimanê Hewremanî fikirkirin, axaftin û nivîsandin’ a nasandina Hewreman a li bajarê Helebce ya Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê KNK’ê ve hate lidarxistin bi eşkerekirina biryarên hatine girtin ve bi dawî bû.

 

Di derbarê perwerdehiya bi zimanê dayikê yê Hewreman bigire heta gelek mijarên din de, biryar hatin girtin.

Konferansa Naskirina Hewreman a li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin bi dawî bû.

Ji aliyê Berdevka Komîteya Amadekariya konferansa Naskirina Hewreman Hêro Wekîlî ve biryarên ku hatine gitin hate xwendin.

Wekîlî diyar kir ku di konferansê de mijarên mîna Dîroka Hewreman, dîroka Hewramiye Ebdulmelekiyekan, li Hewreman cihê jinê, li Hewreman huner, li Hewreman jiyan û li Hewreman qada wêjeyê hatine destgirtin û nirxandin.

Wekîlî, biryarên ku di encama nirxandinên di konferansê de derketî jî wiha rêz kir:

1-Ji bo xwendina bi zimanê Hewramî xebatkirin. Bi taybetî li herêma Hewreman û ew dibistanên ku zêdetirê wan xwendekarên wan zimanê wan ê dayikê Hewramî ye.

2-Ji bo naskirina zimanê Hewramî li parêzgeha Helebce weke zimanê fermî yê herêma Hewreman, xebat kirin.

3-Li herêma Hewreman vekirina akademiyên bi zimanê Hewramî û navendek ji bo fêrbûna zimanê Hewramî.

4-Vekirina çapemeniya bi zimanê Hewremanî bi taybetî qenalekî televîzyonê.

5-Li Zanîngeha Helebce vekirina beşê zimanê Hewremanî û li fakûlteyên ziman.

6-Ji bo avakirina encumeniya Hewreman xebatkirin ji bo ku xebatê ji çareseriya pirsgirêkên ziman, rewşenbîrî, perwerde, mîdya û xizmetguzariya herêma Hewreman.

7-Hemû mijarên di konferansê de hatin nirxandin, kirina pirtûk. Ew ji aliyê Zanîngeh, Walî, Qeymeqam û Rêveberiya Rewşenbîriya Helebce ve bên çapkirin.

8-Ji bo zêdetir giringî bê dayîna ziman, çand û hunera Hewreman çêkirina hevsengiyek li gel Şebek, Bacelan, Zengene û Kakeyiyan. Her wiha lidar xistina konferansan li ser pêkhateyên cûda.

9-Ji bo yek kirina rêziman û rênûsa Hewremanî li gel amadekirina keybûrdek bi zimanê Hewremanî, xebatkirin.

Bi amadekariya hinek rewşenbîr, çalakvan, nivîskarên Hewreman û alîkariya KNK’ê konferansa ‘Naskirina Hewreman’ û bi dirûşma ‘Bi zimanê Hewremanî Fikirkirin, axaftin, û nivîsandin’ duh saet 09:40’ê li salona Bûnekanî bajarê Helebce destpê kir û îro saet 16:30’ê bi dawî bû.