Konferansa Avhewayê bi ‘biryardariya’ têkoşîna li dijî germbûna gerdûnî bi dawî bû

22’yemîn Konferansa Avhewayê (COP22) a ku di çarçoveya ÛNFCCC hat lidarxistin, piştî muzakereyên 2 hefteyan duh êvarî bi dawî bû. Di konferansê de biyar hat girtin ku gelek welat enerjiyên nû dibin bi kar bînin.

22’yemîn Konferansa Avhewayê (COP22) a ku di çarçoveya Hevpeymana Çarçove ya Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNFCCC) hat lidarxistin, piştî muzakereyên 2 hefteyan duh êvarî bi dawî bû. Di konferansê de biyar hat girtin ku gelek welat enerjiyên nû dibin bi kar bînin.

Li bajarê Marakeş ê Fasê, hatibû ragihandin ku wê girêdayî Beyannameya Marakeş a ku roja Pênşemê hatibû weşandin û Hevpeymana Avhewayê ya ku di konferansa beriya niha de hatibû qebûlkirin bimînin.

Duh jî ji koma Climate Vulnerable Forum ku welatên herî zêde ji germbûna gerdûnî bandor dibin endamên wê ne, daxuyaniya xwedîderketina enerjiya ku nû dibe derket. Di beyana hevpar a 48 welatan de, weet hat dayîn ku li şûna cureyên enerjiyê yên mîna komir, petrol, gaz ê zerarê didin atmosferê, bi temamî enerjiyên roj û ba bên bikaranîn.

Tê plankirin ku welatên pêşketî desteka madî bidin van.

Di konferansê de ji bilî Çînê, Erebîstana Siûdî jî garantî da ku wê ji bo xwe bigihînin hedefên Hevpeymana Avhewayê bixebitin.

Wezîrê Karên Derve yê Fasê Selahaddîn Mezûar ê serokatiya COP22 dikir, di axaftina konferansê de bang li Donal Trump kir. Di peyamê de got, ‘baweriya xwe bi pragmatîzma Trump tînin.’

Hevpeymana ku sala 2015’an li paytexta Fransa Parîsê di Konferansa Avhewayê ya COP21’ê hatibû qebûlkirin û 22’yê Nîsanê hatibû îmzekirin, heta niha 111 welatan qebûl kiriye. Di hevpeymanê de ku destpêka vê mehê ket meriyetê, taahut tê dayîn ku heta dawiya vê sedsalê ji bo germahî li gor sedsala 19’emîn di bin 2 dereceyan de bê girtin têkoşîn bê kirin.

Her wiha, tê pêşdîtin ku ji bo welatên feqîr ên ji guhertinên avhewayê gelekî bandor dibin jî alîkariyek 100 mîlyar dolarî bê kirin.