BI DÎMEN

Konferans bi nirxandina zaravayê Hewramanî dewam dike

Konferansa Naskirina Hewraman, bi panela li ser zaravayê Hewramanî dewam dike. Qiseker, taybetmendiyên Hewramanî dinirxînin.

Roja duyemîn a Konferansa Naskirina Hewraman, ku li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin, bi panela li ser zaravayê Hewramanî dest pê kir. Dr. Mehdî Secadî di vê der barê de gotarek pêşkêş kir.

Dr. Secadî bal kişand ser taybetmendiyên xweser ên zaravayê Hewramanî û got, lazim e, sûd ji vî zaravayî bê girtin.

Secadî destnîşan kir, ku divê çanda Hewramanî ku weke bingeha çanda Kurdî tê dîtin û diyar kir, nabe ku ew vê çandê ji nedîtî ve bên.

Di panelê de her wiha Sebahat Cebarî jî qala dîroka zaravayê Hewramanî kir û rewşa niha ya Hewramanî bi berfirehî nirxand. Cebarî bal kişand ser şêwazê axaftin û nivîsandina zaravayê Hewramanî.

Di panelê de beşdaran jî nêrînên xwe li ser zaravayê Hewramanî anîn ziman.