Konferans bi naskirina zimanê Hewreman didome

Roja duyemîn a Konferansa Naskirina Hewraman, ku li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin, piştî nîvro bi panela li ser zimanê Hawreman ku ji aliyê Îsmîl Hacî Zelamî ve hate pêşkêşkirin.

Di beşa piştî nîvroyê de Îsmaîl Hacî Zemanî li ser dîroka naskirina Hewreman di çapemniya kurdî de, di vê beşê de helbestên Hewremanî û sirûda neteweyî nirxand.

Her wiha di beşa stranên Hewremanî de Hacî Zelmî, behsa helbestên Hewremanî û hunera Mîlî kir.Zelmî di dewama axaftina xwe de qala lewaziyên nivîskarên Hewreman, rewşenbîr û çapemeniya Hewreman jî kir.

Di panela din de ku li ser avahîsaziya Hewreman ji aliyê Endazyar Şîwan Mûsa Zade hate pêşkêşkirin. Zade bal kişand ser amêrên avahîsaziya Hewreman. Her wiha Zade di mijara nirxandî de behsa lewaziyên endazyarên Hewreman kir, niha sûd ji wan cihên nav bajêr û gundan nayê girtin.

Di panelan de beşdarvan jî li ser mijaran nirxandinê xwe anîn ziman.

Wê di dawiyê panelê de xelat li kesên ku beşdarî konferansê bûne bên belavkirin.