Koçer: Em qedexeyan nas nakin; zozan û çiya yên me ne

Koçerên ku her salê ji bo lawirên xwe biçêrînin dibin zozanan diyar kirin ku dewlet bi hinceta ‘Ewlekariyê’ dixwaze wan asteng bike. Koçeran anîn ziman ku debara xwe bi lawirvaniye dikin, qedexeyan nas nakin.

Koçerên ku bi taybet ji aliyê Sêrt û Mêrdînê ve lawirên xwe tînin li bejahiya Wanê diçêrînin, piştî qedexeyan ev 2 sal in bi hinceta “ewlehiyê” nikarin biçin zozanên xwe. Îsal xwe amade kirin û berê xwe dan zozanên xwe. Koçerên ku leşkerên dewleta Tirk heqaretê li wan dikin, tevî vê jî diyar kirin ku ji derveyî lawirvaniyê ti jêderên wan ên jiyanê nînin, bi biryardar in ku herin zozanan.

Herî dawî gundiyên ku ji herêma Sêrtê û Mêrdînê hatin, ber bi herêma Kelha Şaxê ve bi rê ketin, tevî gefan jî meşa xwe domandin. Destpêkê koçaran li ber Çemê Şaxê konên xwe wergirtin, piştî demekê li vir bêhna xwe vedan, piştre dîsa berê xwe dan zozanan.

Koçeran wiha gotin: “Debara me bi lawirvaniyê ye. Li gelek deveran “Herêmên Ewle” îlan kirine. Ew naxwazin em biçin. Lê, em ê biçin! Ev zozan, çiya yên me ne. Qedexe bêwate ne û em bi biryar in ku biçin.”

...