KNK Cejna Remezanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand, ew hêvî û bawer dikin ku gelê Kurd di demeke nêzîk de cejnên xwe bi aramî, aştî û azad pîroz bike.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand, ew hêvî û bawer dikin ku gelê Kurd di demeke nêzîk de cejnên xwe bi aramî, aştî û azad pîroz bike.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi munsebeta Cejna Remezanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bal kişande ser zilm û zordariya ku gelê Kurd li Kurdistanê tê kirin û hat gotin, "Kesên xwe weke misilman û serokên-rêberên misilman nîşan didin ew kes in ku êrîşê tînin ser gelê me ne."

Daxuyanî bi vî rengî diqede: "Em bi hêvî ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li alema Îslamê pîroz dikin."