Kesên ku di Mala Cemê ya Gaziyê de asê mane: Heke mudaxele bikin em ê xwe bişewitînin

Hat hîn bûn, polîsan piştî ku êrîşî cenazeyê du ciwanan kirin ê ku li Taxa Gaziyê hatibûn qetilkirin, îcar jî dora Mala Cemê girtine.

Parêzera Buroya Hiqûqê ya Gel Ebrû Tîmtîk ji ANF’ê re axivî û got, kesên ku telefonî buroyê kirine, diyar kirine ku li Mala Cemê ya Gaziyê asê mane û heke polîs hewl bide têkeve Mala Cemê ew ê xwe bişewînin. Parêzer Tîmtîk banga bihîstyariyê kir.

Li Taxa Gaziyê ya Sûltangaziyê ya Stenbolê polîsan êrîşî cenazayê ciwanên 17 salî yên bi navê Bariş Kerem û Ogûzhan Erkûl kirin, ên ku polîsan ji nêz ve ev her du xort qetl kiribû.

Cenazeyê Kerem û Erkûl şandin navçeya Tokatê ya bi navê Zîleyê û hat hîn bûn ku polîsan hingî ku zêde bombeyên gazê avêtine, gel xwe spartiye cemxaneyê lê polîsan dûre dora cemxaneyê jî girtiye. Parêzer Ebrû Tîmtîk diyar kir ku, van kesan bi riya telefonê xwe gihandina buroyê û gotine ku dora Mala Cemê hatiye girtin û polîs nahêlin kes nêzî me bibin. Tîmtîk bal bir ser vê yekê ku kesên di cemxaneyê de gotine heke polîs bixwaze têkeve Mala Cemê em ê xwe bişewitînin û Tîmtîk banga bihistyariyê kir.