BI DÎMEN

'Karê bav û kalan didomînin'

Hostayên mişar, kêr û dasan Muhammet Cengîz û Rojbîn ku li bazara kevin a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê karê hesinkariyê dike, tevî zor û zehmetiyên giran jî bi biryardarî xwedî li pîşeyê xwe derdikevin.

Karê çêkirina mişar, das û kêr ku pîşeyê pêşiyan e, di roja me de pir nayê tercîhkirin. Lewma gav bi gav ber bi winda bûnê ve diçe. Ji ber pêşketina teknolojiyê jî ev kar di rewşeke xetere de ye. Li Bazara Hesikariyê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, hostayên vî pîşeyî bi biryardarî xwedî li karê xwe derdikevin. Li vê bazara hesinkariyê mişar, kêr û dasan çêdikin. Hosteyên ku vî karî ji bavê xwe fêrbûne û dixwazin vî pêşiyê bidomînin diyar kirin ku wê heta dawiya jiyana xwe li dijî pêşketina fabrîkayan û teknolojiyê li ber xwe bidin karê bav û kalan bidomînin. 

'EM DIXWAZIN PÎŞEYÊ XWE BIDOMÎNIN'

Hosteyê bi navê Muhamet Cengîz (23) diyar kir ku ji zarokatiya xwe heta niha karê hunera destan dike û wiha axivî: "Nêzî 7 sal in, ez vî karî dikim. Ev kar ji bav û bapîrên me weke mîrate ji bo me maye. Em dixwazin vî pîşeyî bidomînin. Em mişar, kêr û das çêdikin. Di nava rojê de zêdetirî 10-15 mişaran çêdikin. Bêhtirî xwe welatiyên li gundan dijîn tên kirînê dikin û mişar û dasan distînin. Bihayê mişar, kêr û dasan li gorî sala bohrî gelek ketiye. Bihayê wan din ava 10 û 20 TL de tê guhertin. Lê belê ji ber krîza aborî ya li welat em gelek zehmetiyan dikêşînin.” 

HESINKARÎ DEBARIYA JIYANÊ YE

Hosteyên hesinkariyê ê bi navê Rojbîn Cengîz (33) di zarokatiya xwe de dest bi karê hesînkariyê dike û wiha qala karê xwe dike: "18 sal in, ez di vî karî de dixebitim. 80 sal in, em weke malbat vî karî dikin û em ji bav û kalên xwe fêrbûne. Ji bo vî karî heskirin û sebrek mezin divê. Di serê sibehê heta êvarî em tên dikanê û bi karê hesinkariyê ve xerik dibin. Bi çêkirina mişar, das û kêran em debara mala xwe dikin.”

'SEDEMA KRÎZÊ REWŞA AWARTE YE'

Cengîz li ser krîza aboriyê ya li welat jî axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li bazarê weke salên berê kirîn tineye. Li seranserî Wanê tev esnaf di rewşa gelek xirab dene. Bê guman em jî weke xebatkarên hesin û esnafên herêmê ji vê krîzê bandor dibin.  Ji bo esnaf ji vê krîzê derbikeve divê destpêkê Rewşa Awarte ji holê rabe. Tekane sedema krîzê polîtîkayên AKP û Rewşa Awarte ye. Hemû xebata me bi keda destan derdikeve holê. Em dikarin ji vî karî re bêjin hunera destan."