Ji KJK'ê peyama ji bo Çarşema Sor

KJK'ê li ser cejna Çarşema Sor daxuyaniyek weşand û got, "Bi pêşengiya Rêber Apo li çiyayê Şengalê, bi destê gerîlayên PKK'ê û hêzên azadiyê yên jinê jiyana nû ji nû ve tê afirandin."

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejan Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Çarşema Sor, cejna Tawizî Melek cejna destpêkirina roja nû, sala nû û afirandina cîhanê li axa Êzidiyan e. Cejna parastina çanda Êzidiyan e. Çanda Êzidî di encama afirîneriya kolektîf a ked û mejiyê mirovahiyê ya bi pêşengiya jinê, derket holê. Civakîbûna destpêkê ya mriovahiyê, bi ruhekî mezin ê hevpariyê pêk hat." KJK'ê destnîşan kir, çanda Êzidiyan çandeke azadîpareziya jinê û dostê xwezayê ye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, felsefeya rastî û bedewiyê di nava vê çandê de şîn bûye û hat gotin, "Li ser vê bingehê, felsefeya Zerduştî felsefeya destpêkê ya bingehîn e ku zanistî û ol hemû xwe dispêrin wê. Nasnameya mirovê azad bi felsefeya Zerduştiyê watedar bûye. Êzidîtî ew ol e ku li ser bingeha çandinî û sewalkariyê, jiyanê bi kedê ava dike, xwe hewcedarî kesî nabîne, çav bernade malê kesî û li dijî zalim û serdestan serî hildide.

Ji ber vê yekê, Êzidîtî ji aliyê dîrokî ve çanda herî azad û kedkar, nirxên jiyanê yên azadiya jinê û dostê xwezayê temsîl dike. Ji ber vê yekê, hêzên çanda serdest timî êrîşî vê olê kir û ferman lê rakirin. Êzidîtî jî her tim li dijî van fermanan li ber xwe da."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser fermana 3'ê Tebaxa 2014'an û hat ragihandin armanca bingehîn a ji vê êrîşê, ji holêrakirina ola Êzidiyatiyê bû.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi saya gerîlayên PKK'ê yên bi nêrînên Rêber Apo, Êzidî ji fermana herî giran û bi xwîn a dîrokê rizgar bûn. Nûnerê sîstema serdestiya mêr DAIŞ, bi berxwedana bi heybet ya 12 gerîlayan hatin qewirandin. Êzidiyan bi pêşengiya gerîla, mîna serdemên destpêkê yên dîrokê, ji nû ve dest birêxistinkirina jiyanê kirin. Êzidiyan meclîsa xwe, artêşa xwe li axa Êzîdxanê ava kirin. Tovên azadiyê ji nû ve li Şengalê şîn bûn. Sedema bingehîn a êrîşa çeteyên PDK û dewleta Tirk a destpêka Adara 2017'an, tirsa ji rastiya Şengalê ya ber bi azadiyê ve diçe ye.

Di nava gelê me yê Şengalê de, bi şerê xweparastinê yê bi pêşengiya PKK'ê re, zanebûn, îradebûn, azadbûn û rêxistinbûneke mezin heye. Ya ku çeteyên PDK'ê û sîstema kapîtalîst ditirsîne, hêrs dike ew e ku Şengal ketiye nava rewşeke rastî ya azadiyê. Şengal ji nava lepên wan derketiye. Li Şengalê, di şexsê Êzidiyan de gel, jin û baweriyên li herêmê azad dibin. Sîstemeke nû ya alternatîf, rêbazeke nû ya jiyanê dafire."

Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir, ku Êzidîtiya azad bi rengekî xurt li axa Şengalê ji nû ve şînd ibe, mezin dibe û got, "Êdî kes nikare pêşî li vê bigire."

Koordînasyonê diyar kir, Çarşema Sor a sala 2017'an li gorî salên beriya xwe xwedî wateyeke gelekî cuda ye û wiha dewam kir: "Civaka Êzidî li çiyayê Şengalê bi hêzên xweparastinê yên YBŞ û YJŞ'ê re xwe hê bêhtir azad û ewle dibîne û cejna ji nû ve afirandinê pîroz dike. Bi pêşengiya Rêber Apo li çiyayê Şengalê, bi destê gerîlayên PKK'ê û hêzên azadiyê yên jinê jiyana nû ji nû ve tê afirandin. Di van rojên ji nû ve afirandinê de, di serî de Binevş Agal, em Nûjiyan Erhan a di êrîşa çeteyên PDK'ê de şehîd bû hemû şehîdên xwe bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin."

KJK'ê diyar kir, Çarşema Sor a sala 2017'an weke cejneke berxwedan û azadiyê tê pîrozkirin û got "Gelê me yê Şengalê bi avakirina sîstema xwe re hebûna xwe diparêze û jiyana xwe ya azad dafirîne. Li ser vê bingehê em Çarşema Sor bi coş û kêfxweşiyeke mezin li gelê xwe yê Êzîdxanê pîroz dikin."