Ji HRW’ê nerazîbûn: Li Tirkiyeyê dawî li nûçegihantiya rexneyî hat!

HRW, li ser girtina televîzyon û radyoyan nerazîbûn nîşan da, destnîşan kir ku “ev qedandina nûçegîhantiya rexneyî ye.”

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) têkîldarî girtina 23 televîzyon û radyoyên mûxalîf ên li Tirkiyeyê, peyamek weşand. HRW’ê nerazîbûna xwe bi gotinên, “ev qedandina nûçegîhantiya rexneyî ye” anî ziman.

Dîrektora HRW’ê ya Tirkiyeyê Emma Sinclair-Webb, fikara xwe ya ji ber hikûmetê hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê ji bo bêdenkirina mûxalîfan bi îlankirina Rewşa Awarte veguherandiye firsendê parve kir û wiha got:

‘BÛYERÊN KRÎTÎK TÊNE VEŞARTIN’

“Girtina radyo û televîzyonên Kurd, Elewî û mûxalîfan nîşan dide ku sepanînên rojên berê pêk tên û hikûmet naxwaze ku televîzyon û radyoyên derveyî yên wê nûçeyan ragihîne.”
Sinclair-Webb, bi bîr xist ku ÎMC TV a ekrana wê hat tarîkirin beriya niha jî ji sataleyta Turksatê hatiye xistin û wiha dewam kir; “ÎMC TV, yek ji qenalên herî girîng bû ku binpêkirina mafên mirovan û şerê li başûrrojhilatê Tirkiyeyê nîşan dida. Ev sansura li ser medyayê, nahêle ku bûyerên krîtîk ên li Tirkiyeyê gel agahdar bibe.”