Ji DBP’ê ji bo Onder peyema sersaxiyê

DBP’ê di peyama sersaxiyê ya ji bo Onder dayî de wiha got: “ Onder 36 salan tevî hemû zext û êrîşan jî li ber xwe da, pîşeyê xwe yê rojnamevaniyê bi cesûr kir.”

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi boneya yek ji kedkarê çapemeniya Kurd Rojnamevan Mehmûd Onder ê jiyana xwe ji dest da, îro peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyamê de ev tişt hate gotin:

“Vê sibehê em bi agahiya bi êş a kedkarê çapemeniya Kurd Mehmûd Onder ê ku li paytexta Danîmarka Kopenhagê ku li nexweşxaneyê di hat dermankirin ku jiyana xwe ji dest daye pê hesiyan. Mehmûd Onder ê ku piştî Darbeya Leşkerî ya sala 1980’an ku li Amedê dijiya neçar ma sirgûn bibe,36 salan tevî hemû zext û êrîşan jî li ber xwe da, pîşeyê xwe yê rojnamevaniyê bi cesûr kir. Carekî din ji bo Onder ji xweda rehmê û di serî de ji malbat, camîeya çapemeniya azad û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.”