Ji Civaka Îslamî ya Kurdistanê peyama Cejna Qurbanê

Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi hêviya siberojeke azad Cejna Qurbanê li Misilmanên mezlûm, Kurdên mezlûm û berxwedêran pîroz kir.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi hêviya siberojeke azad Cejna Qurbanê li Misilmanên mezlûm, Kurdên mezlûm û berxwedêran pîroz kir

Desteya Çapemeniyê ya Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand.

Di peyamê de ku berxwedêrên Kurdistanê hatin silavkirin, wiha hat gotin:

"Bêguman wateya cejnan li hev kirina însanan e û ji bo vejandina hestên dilşadî, heskirin û mesûdiyê ne. Bi gotinek din li cihên ku edalet, wekhevî û nirxên însaniyetê tine be, cejn wek cejnê nikarin werin hesibandin, yên ku tên pîroz kirin jî bi xemgînî derbas dibin.

Cejnek wisa em wek Kurdistanî dîsa derbas dikin. Ji ber xesb kirina him heqên însanî û him heqên îslamî yê gele Kurd û ji ber tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îroj bi sedan xortên kurd rêya berxwedanê pejirandine û bedena xwe didin ber mirinê. 

Em wek Civaka Îslamiya Kurdistan hêvî dikin ku berxwederên me bi tenê neyên berdan û gelê me him li Kurdistan û him li Ewropa rêhê berxwedanê bi ruhê cejnê re bigihijin asta herî bilind! Bêguman kesê li hember zilmê bê deng be, ew beşdarê wê ye. Dijî derketina li zilmê jî çalakiyek pîroz e, him însanî ye û him îslamî ye. Cejn tenê bi vî awayî wesfek ji bo Kurdan digire.

Faşîzma dewleta tirk ku di desthilatiya AKPê de gihiştiye astek bilind rûyê xwe yê zalim û derewker ev çardeh salin bi dijberiya xwe li hember aştiyê û çareseriyê nişan dike. Vê hikûmeta zalim piştî wêran kirina Bakûrê Kurdistanê bi şiklekî dûrî nirxên însaniyetê dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ji bo siyaseta xwe qoqperest dimeşîne.

Li hember van hemû bûyeran divê gelê me zêdetir bi hêvî be. Ji ber ku ev hemû rûdan nîşan didin ku êdî gelê Kurd di Rojhilata Navîn de û di dinyayê de tê hesibandin û Kurd bê statû nikarin werin berdan.

Bi vî awayî em ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku Ew du cejnan bi hev re ji Kurdan re bide dîtin û cejna Misilmanên mezlûm, Kurdên mezlûm û berxwederên me pîroz dikin. Dîsa em ji Xwedayê xwe di pêşerojê de cejnên di aramî de hevî dikin."